Ji bo Tariq Azîz cezayê îdame hate dayîn
Alîkarê Serokwezîrê rejîma Baas û Wezîrê Karên Derveyê berê yê Iraqê Tariq Azîz ji hêla Dadgeha Cezayê Girana Bilind ya Iraqê ve mehkûmê îdamê bû.
Li gor daxuyaniya Televîzyona Fermî ya Dewleta Iraqê ji ber zilm û zordariyê li ser partiyên oldarê ji Tariq Azîz re cezayê îdamê hate dayîn.
Berdevkê Dadgeha Cezayê Girana Bilind yê Iraqê Muhammed Abdul Sahîb di derhaqa vê mijarê de daxuyaniyekî da û got : Tariq Azîz ji ber îdamkirina endamên Partiya Doza Şiiyan cezayê îdame girt. Muhammed Abdul Sahîb ji bo înfazkirina cezayê Tariq Azîzê roj û dem diyar nekir.
Tariq Azîz di nava partiya Baasê de piştî Saddamê berpirsyarê herîm ezin bû. Tariq Azîz Xrîstiyane û berê jî di derbarê kesên ku bi awayekî dizî qezenç kirin de ji îdamê 42 kesî rolekî mezin lihîstîbû ji ber vê 15 sal û ji ber koçkirina xelkê Kurdistanê jî 7 sal cezayê girtigehê girtîbû.