Nêçîrvan Barzanî digel serokwezîr Erdogan civiya
Cîgirê serokê Partiya Demokrat a Kurdistanê (PDK) û serokwezîrê berê Nêçîrvan Barzanî li Anqereyê digel serokweîzrê Tirkiyeyê Recep Tayyip Erdogan hevdîtin pêk anî.
Li gorî nûçeya CHAyê, Barzanî ku ji bo serdaneka fermî li paytexta Tirkiyeyê li Enqereyê ye, li ofîsa fermî ya serokwezîrtiyê digel Erdogan hevdîtin pêk anî.
Di hevîdtinê de, wezîrê enerjî yê herêma Kurdistanê Aştî Hewramî, wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ahmet Davutoglu, wezîrê enerjîyê yê Tirkiyeyê Taner Yildiz, cîgirê serokê AKPê Omer Çelik û balyozê Tirkiyeyê yê Îraqê Murat Ozçelik jî amade bûn.
Berî ku Nêçîrvan Barzanî bi serokwezîrê Tirkiyeyê re bicive, ew digel wezîrê derve yê Tirkiyeyê Ehmed Dawutoglu civiya bû.
Li gor hindek çavakaniyan Nêçîrvan Barzanî di civînên xwe yên digel serokwezîrê Erdogan û wezîrê derve Ehmed Dawudoglu kirîza pêkanîna hikûmeta nû ya Îraqê, peywendiyên navbera Hewlêr û Angereyê û rewşa emniya ser sînoran gotûbêj kiriye.