Cîhan

Li Endenozyayê Tsunamî: 45 kes jiyana xwe ji dest dan

Hate ragihandin ku li Endonezyayê piştî erdhejê Tsunamêkî pêk hat û di encama Tsunamiyê de 45 kes jiyana xwe ji dest dan. Tsunamî li giravên rojavayê Endonezyayê pêk hat û 385 kes jî winda bûn.

Li Endonezyayê li hawîrdora girava Sumatrayê erdhejekî bi mezinahiya 7.7 pêk hat .Piştî erdhejê li giravên dûr ya  rojavayê Endonezyayê Tsunamî pêkhat û bû sedema mirin û windabûna gelek kesan.

Serokê Navenda Qeyranê yê Wezareta Tenduristiyê Endonezyayê Mujiharto da zanîn ku şepolên behrê 3 mîtro bilind bûn û li giravên zîncîrekey ya Mentawai û li giravên Pagaî û Silabû bi sedan xaniyê hilweşand. Li dijî her îhtîmalê ji bo miriyan 200 kîseyên termê hate şiyandin.

Hate ragihandin ku piştî Tsunamiyê 385 kes jî winda bûn. Li herêma Tsunamiyê ekîbên lêgerîn û felatker jî bê navber dixebitin.

Back to top button