Polîtîk

Tirkiye dest operasyonek nû kir

Tirkiye îro berê sibehê dest bi operasyonek nû li dijê PKKê kir. Li gora daxûyaniya wezereta berevaniya Tirkiye vê sibehê bi navê Pençe Kartal li dijê baregehên PKKê dest operasyonek nû kirine.
Her weha îro berê sibehê li Diyarbekirê gelek firokeyên şer li dûv hev rabûne û vê yekê û dengê balafiran demekî bala xelkê bajêr jî kişandiye.

Wezereta berevaniya Tirkiye dibêje ku gelek bingehên PKKê kirine armanc û ji navbirine.
Li başûrê Kurdistanê devera çiyayê Şingalê û derdora kampa Mexmûrê bûye armanca bombebarana firokeyên cengî yên Tirkiye.

Back to top button