Civak
Li Çewlikê erhej çêbû

Li Çewlikê devera Kanîreşê erdhejek bi pila 5.8 pêkhat. Îro demjimêr 17.27 xulekî de erdhej çêbû. Li gelek bajarên derdorê hêza erdhejê hate hiskirin.
Di erdhejê de li hinek gundan xanî hatine xwar.Li gora agahdariyên Parêzgerê Çewlikê dayî heta niha kesekî jiyana xwe ji dest daye û 10 birindar hene û birîna wan sivike. Heyvasora Tirkiye 580 şadir rêkirine deverê û berpirsên hukumî û hinek wezîr di rêdene ku herin devera ku erdhêj lê bûyî.
