Hevpeyvîn

Îhsan Amêdî: Amerîka destê Îranê ji Îraqê qut dike

Îhsan Amêdî berpirsê Dezgehê Xanî li parêzgeha Duhokê di hevpeyivînek kurt da dgel malpera www.sibehi.com  da danustandinên navbera Amirîka û Îraqê ji bona îmzakirina rêkeftineka stiratîjîk dinrxîne û wan danustandinan gelek bi giringî dizane û dbêje : ” Danustandinên Îraqê û Amirîkayê li ser astên bilind destpêkrine, ev giftugo gelek giringe çunikî dê rêkeftineka stiratîjîk ya drêjxayen di navbera herdu aliyan da bihête îmza kirin.

Amirîka çi ji Îraqê dixwaze û Îraq ji Amirîkayê çi dxwaze û mjarên serke yên danustandinan çine?

 Îhsan Amêdî: Ji aliyê siyasî, aburî û eminî ve Îraq di rewşeka xirab daye , Amirîka weke cemserekê cîhanî çendîn mebest hene li peywendiyên xwe digel Îraqê, lewra van danustandinan çendîn dosiyeyên giring di warê emnî, leşkerî,  aburî, siyasî û enerjî da li nav xwe digre, pirsa destêwerdana Îranê di karûbarên navxwe yên  Îraqê da aliyek din yê giringê giftugoya ye, çunikî bi dîda Amirîka Îran pişitevaniya terorê dike û maytêkirinê di karubarên dewletên deverê da dike  û metirsiye li ser berjewendên amirîkayî û di van danustandinan da Amirîkayê divêt destê Îranê li Îraqê û deverê qut bike.

Helbet ev danustandin ji bo herdu aliyan giringin; Amirîka ji Îraqê dixwaze ku Îraq rêkeftineka stiratîjîk digel wê îmza bike, berjewendên Amirîkayê biparêze û rê li Îranê bigire bi awayekî ku nekare gefan li berjewendên Amirîkayê bike.Ev danustandin ji bo Îraqê jî gelek giringe, rêkeftineka bi vî astî digel Amirîkayê îmza bike da sudî ji îmkan û hebûna Amirîkayê bibîne û bikare ji aliyê aburî,  leşkerî û asayşê ve bi alîkariya Amerîkayê rewşa xwe başitir bike û ji bin hejmuna Îranê derkeve.

Cîyê Herêma Kurdistanê di van danustinadinan li kîveye, ma dê ev rêkeftina stiratîjîk  di berjewendiya Kurdistanê da be?

Îhsan Amêdî: Ya baş ewe ku di giftugoyan da şandeya Herêma Kurdistanê jî pişkdare , herêm weke kiyanekê federalî giringiya xwe ya siyasî, cugrafî û aburî heye, herêm hêz û desthelat û rewaye, pêgeyekê giringê Amirîkayê ye ji bo stiratîjiyeta wê li deverê, lewra ji bo Herêma Kurdistanê giringe pişkdar be daku agedarî naveroka rêkeftinê bibe û berjewendên herêmê jî têda cêgîr bibin, herweku nêzîkbûna Herêma Kurdistanê  ji Îraqê ji bo Amirîka divê qunaxê da di çarçoveyê rêkeftineka stiratîjîk da gelek giring û pêtviye.

Divêt Herêma Kurdistanê çi bike û çi ji Amirîka û Îraqê bixwaze, yan jî Herêma Kurdistanê dikare di van danustandinên stiratîjîk da çi bidest bixe?

Îhsan Amêdî: Herêma Kurdistanê dikare bibe hevkarek aktîv ji bo her du aliyan-emirîkî û îraqî, û hşiyariyê bike ku  çi made û bend di wê rêkeftinê da berûvajiya berjewendên herêmê nebin û dakukiyê li cêgîrkirina berjewendên Herêma Kurdistanê bike.

Herêma Kurdşitanê bi şandeyek bilind û bi berinameyek rêkûpêk di wan civînan da bişkdare û dê dakukiyê li wan xala bike yên ku di berjewenda Herêma Kurdistanê û demokrasiyë û federaliyê li Îraqê da bin.

Parlemntoya Îraqê deng li ser biriyara derxistina hêzên Amirîkayê ji Îraqê daye. Niha dê hikumeta Îraqê çibike?  Dê biriyara parlementoyê cîbicî bike û bêje Amirîkayê ji Îraqê derkeve yan jî dê ew biriyar hêt îhmalkirin û Amirîka dê her li Îraqê bimîne?

Îhsan Amêdî: Raste Parlementoya Îraqê biriyara derxistina hêzên Amirîkayê ji Îraqê daye, lê Amirîkayê rjêma diktatorî ne roxandiye daku Îran û hêzên bi ser wê ve li Îraqê bala dest bin, lewra Amirîka dê li Îraqê bimîne û dê bi şêweyek dî bi belavkirin û cêgîrkirina hêzên xwe li Îraqê bike. Hikumeta niha ya Bexdayê b serokatiya Mistefa Kazimî pitir nêzîkî Amirîkayê ye û herwesa pişkdariya şandeyê Herêma Kurdistanê jî ku pişitevaniya mana hêzên Amirîkayê ye li deverê dê pitir helwestê Amirîkayê di danustandinan da xurt bike

Danustinandin dê bi çi encam bi dawî bin û ma dê gelek vekêşin û ma Îran astengiyan ji bo hikumeta Îraqê çê nake?

Îhsan Amêdî: Helbet Îran di rewşek siyasî,  diplomasî û aburî xirab daye, wê gelek pê nexweşe ew rêkeftin di navbera Amirîka û Îraqê da çê bibe, lê îran nikare astengan li pêşiya danustandinan çêke, nemaze pişitî kuşitina Qasim Silêmanî Îran hat bizdandin ku êdî xwe tuşî Amirîkayê neke, heta grupên çekdar jî yên ser bi Îranê ve newêrin berhngariya Amirîkayê biken. Aliyên pişkdar  di van danustandinan da Amirîkaye ku Acndeya xwe ya taybet heye  û hikumeta Îraqê ya niha jî hez dike  xwe pitir nêzîkî Amirîkayê bike, û şandeya Herêma Kurdistanê ku xwe bi hevpeyman dgel Amirîkayê dibîne, jiber hindê dê bi sanahî şên rêkbikevin û berjewendên bişkdaran li berçavan hên wergirtin û bernameyê amirîkî dê cêgîr bibe. Rêkeftineka hevkariya eminî, leşkerî, siyasî û aburî dê hête pêkînan.

Back to top button