Polîtîk

Serokê Herêma Kurdistanê li gel Balyozê Brîtanya civiya

Êvariya îro yekşem 14.06.2020 birêz Nêçîrvan Barzanî Serokê Herêma Kurdistanê pêşwaziya birêz Stephen Hickey Balyozê Brîtanya li Iraqê kir.

Li civînê de ku birêz James Thornton Konsolê Giştî yê Brîtanya li Hewlêr amade bû, pêşhatên dawî yên belavbûna virusa Korona û hewl û rêkarên rûbirûbûna wê ya li Iraq û Herêma Kurdistanê, li gel bandorên wê yên bi taybetî li warê aboriyê da li ser Iraq, Herêma Kurdistan û cîhanê û çawayiya rûbirûbûna wan guftûgo kirin.

Destbikarbûn û bernameya kar û hengavên Hikûmeta nû ya Federala Iraqê bi Serokayetiya birêz Mistefa Kazimî û kêşe û qeyran û gefên li ber, peywendiyên Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federal û hewl û diyaloga çareserkirina kêşeyên di navbera wan li ser bingeha destûra Iraqê, mijareke dinê civînê bû.

Her dû alî gef û metirsiyên serhildan û bihêzbûna Da’îş xiste ber behs ku ev demeke tevgerên wê li çendîn navçeyên Iraqê zêde kiriye û welatî û hêzên Iraqê bi armanc digrin. Li vî derbarî de dakokiyê li ser girîngiya berdewamiya piştgîriya hevpeymaniya navdewletî ya ji bo Iraq û Herêma Kurdistanê li rûbirûbûna teror û hevkarî û hemahengiya di navbera Herêma Kurdistan û Hikûmeta Federaliya Iraqê kir.

Li civînê de rewşa navxweya Herêma Kurdistanê peywendiyên Brîtanya li gel Iraq û Herêma Kurdistanê û xwesta her dû aliya ya ji bo berev pêşvebirina wan, diyaloga stratejiya Iraq – Amerîka û çend pirseke dinê ku ji bo her du aliyan girîngbûn, hatin behs kirin.

Back to top button