Cîhan

Tirkîye bûye navend û bihuşta narkotîkê

Tirkîye êdî wek navend û bihuşta narkotîk û maddeyên hişbirîyê tê naskirin. Bi taybet di dema Wezîrê Navxweyî yê berê Suleyman Soylu de bazirganîya narkotîkê gihişt asta herî bilind. Bi taybet kokaîna ku ji welatên wek Colombîa, Venezuela, Maksîka û welatên din ên Latîn Amerîkayê tê Tirkîyê bê hed û bê hesab e.

Ji ber xirabbûna aborîya Tirkîyê û pêwistîya wê ya bi diravên bazara reş û qaçax, rayedarên dewletê piranîya caran çavên xwe ji bazirganîya narkotîkê re digre, deh kîlo kokaîn digre lê rê ji firotina tonek kokaîn re berdide.

Li Bendera Mêrsînê dîsa 610 kîlo kokaîn di pakêtên mûzan de hat girtin. Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya daxuyand ku li Bendera Navnetewî ya Mêrsînê, di konteynira barê mûzan tê de 610 kîlo kokaîn hatiye girtin û di operasyonê de 3 gumanbar hatine girtin.

Li gor daxuyanîya Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya, Bendera Navnetewî ya Mêrsînê bûye navenda operasyona tiryakê, ku ev yek berê jî ji alî serokê mafyayê Sedat Peker ve hatibû zimên.

Wezîrê Karên Navxweyî Alî Yerlîkaya anî zimên ku li seranserê welêt û li dijî jehrfiroşan wê operasyonên wan zêdetir bidomin.

Back to top button