Polîtîk

Mîroglû: Pêdivîya Tirkîyê bi stratejîya Selaheddîn Eyyûbî heye

Endamê MKYK yê AK Partîyê, Parlamenterê Mêrdînê yê Serdema 24-25an, Nivîskar Orhan Mîroglû, anî zimên ku pêwistîya Tirkîyê bi stratejîya Selahedîn Eyyûbî heye.

Endamê Lijneya Biryar û Rêvebir a Navendî ya AK Partîyê (MKYK) Orhan Mîroglû, di van rojên ku nakokîyên Îsraîl û Hamasê di rojevê de ye daxuyanî da.

Mîroglû, lin ser hesabê xwe yê X diyar kir ku divê gelê Filistînê ji bo xwerêveberîyê pirên bi Rojava re neşewitîne û got: “Ji bo rawestandina komkujîya li Xezzeyê pêwîstîya wan bi milyonan Amerîkî û Ewropîyan ku bimeşin heye”.

Mîroglû, anî zimên ku pêwîstîya Tirkîyê bi stratejîya Selaheddîn Eyyûbî heye, ne stratejîyek ku şûrê herkesî bihejîne û got: “Pêdivîya Tirkîyê bi stratejîya Selaheddîn Eyyûbî heye, ne stratejîya ku li gor şert û mercên vê sedsalê şûr li herkesî bihejîne û bike û ji bo kêfa hindekan xwe ji herkesî îzole bike”.

Mîroglû di daxuyanîya xwe ya li ser hesabê xwe yê X de ev tişt anî zimên:

“Pêşnûmeya endametîya Swêdê ya NATO yê tê meclîsê. Di dema ku komkujî û dorpêçkirina li Xezzeyê berdewam dike, li gor we gelo Tirkîye stratejîyek nû ya Selaheddîn dişopîne? Ev stratejî çi ye, divê em pêşî wê bînin bîra xwe. Selaheddîn hay jê hebû ku qelskirina enîya Xaçperestan çiqas girîng e. Wî Rişarê  Dilşêr (Richard) têk bir, lê paşê bi wî re bû heval. Wî ji Rişar re got ku hewce nake ew destûrê ji Papa bigire ji bo ku bê Orşelîmê. Selaheddînê Eyûbî, deha û fermandarekî mezin ê leşkerî ye (birastî, çima navê wî di gotûbêjên berdewam de qet nayê bilêvkirin?). Ma şîrovekarên me yên ku ji nişka ve dikarin di her tiştî de bibin pispor, yan jî qet Selaheddînê Kurd nas nakin?. Yan haya wan ji wî tuneye? Serkeftina Selaheddîn ne di mezinkirina dijminên wî, lê di kêmkirina wan bû. Ez dibînim ku herkes ji bo zêdekirina dijminan şîretan li Tirkîyê dike “.

Back to top button