Tirkiye ber bi eyaletbûnê ve diçe

Serokwezîrê Tirkiye Tayib Erdogan civenekî li gel berpirsên partiya xwe yên herêma Bahra Spî pêkanî. Erdogan di civîne de axvtinek kir û behsa pêvajoya nû li Tirkiye kir.

Di vê civînê de Erdogan encamên hinek lêpirsînên ku li ser helwesta civata Tirkiye di derbarê prosesa aşitiyê de têne kirin eşkere kir.

Erdogan di axvtina xwe de got:Ji xelkê Tirkiye ji % 64 pişgiriya pêvajiya ku me destpêkirî dikin.

Herweha Erdogan da xuyakirin ku hinek nijadperest bi xwe jî pişgiriya vê pêvajoyê dikin.

Erdogan ji parlementer û berpirsên Ak Partiyê daxwaz kir ku, ew di nav geldê behsa vê pêvajoyê bikin. Erdogan got: Bizanibin ku tiştek ji derê nirxên gel nayê kirin..

Herweha cara yekem Erdogan behsa rewşa cografî ya Tirkiye jî kir. Erdogan got ku, eger em dema sala 1923ê ye de bûna minê ji bo Tirkiye sistema Eyaletê daxwaz bikira.

Dixweyê dê ev gotina Erdogan gelek bête gotubêj kirin. Ji ber ku eger sistema serokatiyê wek Amerîka bê rojevê, hinge pirsa ku Tirkiye bibe eyalet jî tê rojevê.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: