Polîtîk

Esed nameyekê dişîne 5 welatên cîhanê

Serokê Sûrîyê Beşar Esed bang li rêberên pênc welatan kir ku jibo alîkarîya dawîkirina alozîya du salî li wî welatî, kombûneke aborî li Başûrê Afrîkayê bikin.

Daxwaza Esed hat, rojekê piştî ku Yekîtîya Ereb bi fermî piştgirî da hevpeymanîya Sûrî.

Serokê Sûrîyê nameyek ji Brazîlya, Rûsya, Hîndistan, Çîn û Başûrê Afrîkayê re çand şu li ser wê yekê kar bikin, jibo dawîkirina tundûtûjîyê da ku serkeftina çareserîya sîyasî li Sûrîyê garantî bibe. Banka Cîhanî dibêje, ev her pênc welat pêşketina aborîya cîhanî birêve dibin.

Di nameya ku îro Çarşemê de li medyaya dewletê hate belav kirin, Esed got ku “pirsgirêk pêdivî bi vîneke navnetewî heye, jibo hemî çavkanîyên terorîzmê werin zuha kirin.”

Esed di dirêjîya nameya xwe de got ku Sûrîye ji alîyê terorîstan ve tê armanc kirin ku welatên Ereb û Rojava piştgirîya wan dikin.

Her di heman nameyê de, Serokê Sûrîyê Beşar Esed rexne li cezayên aborî yên Ewropa û Amerîka li ser rejîma wî kir.

Bi alîyekî din ve, rêxistinên bizavkaran ragihandin ku tundûtûjî îro Çarşemê li çend deverên welêt derketîye holê, di nav de Şam û herêma Quneytra ya li ser sînorên Îsraîlê jî hene.

Çavdêrîya Sûrî ya jibo Mafên Mirovan ku bingeha wê li Brîtanya ye û Komîteyên Kordînasyonê yên xwecihî pevçûn û şer li çend gundên Quneytrayê ragihandin.

Çavdêrîyê Sûrî ya jibo Mafên Mirovan got, serhildayan sê postên artêşê li wê herêmê kontrol kirine.

Back to top button