Cîhan

Tirkiye amadeyê gotubêja vekişîna xwe ji Suriye bike

Wezîrê Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser normalizekirina pêwendîyên Tirkiye û Suriye axivî û got: “Tirkiye amade ye li ser vekişîna artêşa xwe ji Sûriyeyê gotubêja bike.”

Wezîrê Karên Dervê yê Rûsyayê Sergey Lavrov li ser asayîkirina pêwendiyên Tirkiyeyê û Suriyeyê ji ji Rusia Todayê re axivî.

“Tirk ji bo vê yekê amade ne”

Sergey Lavrov dibêje: “Tirkiye amade ye li ser vekişîna ji Sûriyeyê gotupêja bike. Lê li ser şertan lihevkirin çênebûye.

Lavrov got: “Tirk ji bo vê yekê amade ne lê hîn li ser parametreyên taybet lihevkirin çênebûye. Em li ser vegera penaberan û tedbîrên ji bo nehiştina gefên terorê diaxivin û ev jî dê hebûna Tirkan bê wate bikin. Li ser van hemûyan tê axaftin.”

Back to top button