Civak

Ji bo ku Kurdî axivî hat qetilkirin

Hekîm Loqman xelkê Duhokê 45 salî bû û bavê 7 zarokan bû.
Şeva borî li qehwexaneyeke taxa Fatîhê ya li Stanbolê ji ber ku tenê bi kurdî diaxivî rastî êrişa zêdetirî 10 kesan hat û bi kêrê di dilê dan û hat kuştin…
Saad, birayê Lokman dibêje:
“Kesî alîkariya me nekir. Polîsan li şûna ku sûcdaran bigrin ez û hevalê min binçav kirin. “Av jî nedan me.”
Cenazeyê Lokman niha li Saziya Tipa Edlî ya Stenbolê tê ragirtin.
Heta niha ne walîtiyê û ne jî dozgeriyê li ser vê êrîşa hovane ya nijadperestî ku di encamê de bi kuştinê hatiye kirin, daxuyanî nedane.

Gerek ev nijadperestî bi aliyê kurdan ve bê fikrandin. Her gava ku siyasetên me tavêjin divê rastiya di civakê de hayî bibînin. Li Stanbolê li gora dibêjin zêdeyî 3 milyon Kurd dijîn, başe deverek ku 3 milyon kurd lê bijîn ,eger axavtina zimanê kurdî bibe sedemêkuştinê û nijadperestên Tirk bi vê yekê êrîşê xelkê ku kurdî biaxivin bikin. Dê ev yek çewe bê nirxandin.

Divê her kurdek komê xwe deynê ber xwe û bifikirê..!

Back to top button