Civak

Şîrketên mezin niha bi rêya firokexaneya Hewlêrê bazirganiyê dikin

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê da zanîn ku, hatinûçûna geştiyaran bi rêya firokexaneyê berdewam zêde dibe û got, niha ji bilî geştiyariyê, danûstandinên bazirganî û kompaniyên mezin bi rêya firokexaneyê bazirganiyê dikin û kelûpelên xwe tînin û li parêzgehên Iraqê belav dikin.

Rêveberê Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê Ehmed Hoşyar daxûyakirin ku; Sala borî zêdetir ji 2 milyon geştiyar bi rêya firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê sefer kirine û îsal jî hejmara geştiyaran berdewam e. Di vê heyamê de 1764 seferan tevî hemû kirîz û pirsgirêkên ku dhatine kirin û armanca me ewe ku em vê yekê zêde bikin, ji ber ku hejmara geştyaran îsal li gorî sala borî %7.6 zêde bûye. 20 hêlên asmanî li Firokexaneya Navdewletî ya Hewlêrê kar dikin, lê 17 ji wan fermî ne û sêyên din jî carcaran in, lewra 20 firoke hene, wî got ku kompaniyên mezin bi rêya firokexaneya navdewletî ya Hewlêrê kar dikin û kelûpelên xwe tînin û li Iraqê belav dikin.

Bland Ibrahim

Back to top button