Cîhan

Biden di derbarê 6 dîlên Hemasê kuştîn de daxûyani da

Serokê Amerikayê Biden di derbarê kuştina 6 dîlên Îsrailî di destê hemasê de daxûyaniyek ragihand.

Serokê Amerîkayê Joe Biden di daxuyaniya xwe de piştrast kir ku yek ji 6 kesên ku mirî hatine dîtin welatiyê Amerîkî Hersh Goldberg-Polne ye.
Biden di daxuyaniya xwe de wiha got: “Îro şemiyê serê sibê hêzên Îsraîlî cesedên 6 rehîneyên di destê Hamasê de di tuneleka binê bajarê Refahê de dîtin.”

“Yek ji cenazeyan yê welatiyê Amerîkî Hersh Goldberg Polne bû.”

Biden di daxuyaniya xwe de got, “Ez wêran û hêrs im.”

Biden got: “Şaşiyê nekin, rêberên Hamasê dê berdêla van tawanan bidin, û em ê bi şev û roj bixebitin da ku bigihin rêkeftinekê ku garantiya azadkirina dîlên mayî bide.”

Back to top button