Me ji bo parastina mafên herêma Kurdistanê li hevkir
Li Bexdayê aliyên Kurdistanî civînek hevbeş kirin û wekî aliyên Kurdistanî li Bexdayê li hevkirin ku, ji bo parastina mafên Herêma Kurdistanê li hev kirin.
Di vê derbarê de, Cîgirê Serokê Parlementoya Iraqê Şaxewan Ebdula di konferanseke rojnamevanî de got: “Me wekî firaksiyonên Kurdistanî li hev kir ku, ji bo çareserkirina arêşeya mûçeyan givaştinê bixin ser Hikûmeta Îraqê. Herweha divê em hemî tekîdê li mafên welatiyên Herêma Kurdistanê bikin.”
Şaxewan Ebdula amaje jî da, “Civîna me ya bi Serokkomarê Îraqê û serokên firaksiyonên Kurdistanî re li ser pirsa mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê û yekdengiya Kurdan li Bexdayê erênî bû, mûçeyên Tîrmehê û tebaxê hatine çareserkirin û di van çend rojan de tên şandin. Em bizavê dikin ku arêşeya mûçeyên meha Tebaxê jî bê çarekirin ji bo ku li van nêzîkan bên parvekirin, mûçeyên mûçexurên Herêma Kurdistanê li cem me ji karên pêşiyê ye.”
Cîgirê Serokê Parlementoyê di derbarê pereyê genimê cotyaran de jî got: “Me nivîsarek arasteyî Serokwezîrê Îraqê kir û wî razîbûna xwe diyar kir ku, pereyê cotyarên Herêma Kurdistanê bê şandin.”