Daxuyaniya Tirkiyê derbarê kuştina karsazekî ji Duhokê li Stenbolê
Navenda Dijî Dezenformasyonê ya Ragihandinê ya Serokomariya Tirkiyê derbarê bûyera kuştina welatiyekî Herêma Kurdistanê li Stenbolê bi kêrê daxuyaniyek belav kir. Di daxuyaniyê de hat gotin ku îdiayên ku dibêjin karsazê ji Dihokê ji ber ku ‘Kurdî axivîye’ hatiye kuştin ne rast in û ji ber sedemeke din şer derketiye.
Kuştina karsazê Kurd Hakim Lokman li Stenbolê bû sedema bertekên mezin li Herêma Kurdistanê û raya giştî ya Kurdistanê de.
Şeva borî Berpirsiyariya Navenda Ragihandinê ya Têkoşîna li dijî Dezenformasyonê ya Serokomariya Tirkiyeyê li ser medyaya civakî li ser mijarê daxuyaniyek da.
Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku, îdiaya ku li ser hin hesabên medyaya civakî derbarê karsazek dihokî nûçeyên hatîn belavkirin dibêjin: “H.L.T ji ber ku li qehwexaneyê bi kurdî axiviye rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da” ne rast e.
“H.L.T.yê ku ji bo mebestên geştyarî hat Stenbolê. Îdîayên der barê êrîşa de hatîn belavkirin ji bo provokasyonê ne. Di encama lêkolîna hatî kirin de; hat zanîn ku, 3 geştiyarên bi navê H.L.T., S.M.T. û B.A.K. li Fatih a Stanbolê di cihekî yê alkolê de runiştîne. Di heman cihî de du kesên ku, ji bajarê Elihê rûniştîne û ji bo lêrînîna jina şer derketiye.
Hat tesbitkirin ku U.Y.ye li vî cihî karmendê ewlehiyê ye, 3 geştiyar derxistin derve û di vê navê de , H.O.ye derdikev derve û H.L.T dide ber kêran û wî birîndar dike. H.O û Z.O birayên hevin û ji Elihê ne.
Birîndar H.L.T. Dema ku jiyana xwe ji dest da gumanbar H.O û birayê wî yê mezin Z.O. û nobedarê ewlehiyê U.Y. hatine girtin. Lêkolînên li ser mijarê bi lezgînî berdewam dikin.
Bala xwe nedin provokasyonên ku ji bo gel tehrîk bikin ber bi kîn û dijminatiyê ve.
Îdiaya ku li ser hin hesabên medyaya civakî hat parvekirin “H.L.T ji ber ku li qehwexaneyê bi kurdî axivî rastî êrîşê hat û jiyana xwe ji dest da” ne rast e.