Polîtîk

Tirkiye 5 deriyên din li ser tixûbê Kurdistanê vedike

Wezîrê gomirk û veguhastinê yê hikûmeta Tirkiyeyê Heyatî Yazicî di daxuyaniyekê de şekre kir ku, hikûmeta Tirkiyeyê biryar daye 5 deriyên din li ser sînorê Tirkiye û Îraqê veke û ji bona vê pilanê jî amadekariyan dest pê kiriye.

Li gor wezîrê tirkiyeyê yê karûbarên gomirk û veguhastinê ew 5 deriyên nû dê li gundê Uzmilo û Dercîk li Hekarî, nawçeya Gulyazî, Ovako û Aktep bên vekirin û ji bona cîbicîkirina pilanê dê di nava van rojan de şandeyeke hikûmeta Îraqê serdana Enwereyê bike û rêkeftinekê bi hikûmeta Tirkiyeyê re îmza bike.

Heyatî Yazicî dibêje;

 

           Ev du-sê sal in em li ser vekirina wan deriyan gotûbêjan dikin, hêdî-hêdî em gihştine armancê û biryrae piştî îmzakirina rêkeftineke pêwîst, li herêma Hekarî du derî û li herêma Şernex jî sê derîyên nû bên vekirin. 

Back to top button