Kurdistan û Tirkiyeyê li hev kir û neft diçe
Ajansa nûçeyan Reuters di raporeke xwe de eşkere dike ku, Tirkiye û herêma Kurdistanê girêbesta (kontrakt) neft û gazê îmza kir û li gor wê rêkeftinê herêma Kurdistanê dikare gaz û nefê bi rêya Tirkiyeyê bo bazarên cîhanê bişîne.
Li gor çavkaniyên zaniyarî ji ajansa Reuters dane, Tirkiye û herêma Kurdistanê, piştî civîna Nêçîrvan Barzanî serokwezîrê Kurdistanê û Receb Teyb Erdogan serokwezîrê Tirkiyeyê ku wê civînê sê demjimêran dewam kir, kontrakta neft û gazê roja çarçemiya borî îmaza kiriye.
Li gor hindek çabkaniyên din ji bilî kontrakta neft û gazê, şandeya herêma Kurdistanê digel hikûmeta Tirkiyeyê çand girêbestên din jî îmza kirine.
Hikûmeta Îraqê hişdarî dabû hikûmeta Tirkiyeyê ku, girêbesta neft û gazê bi herêma Kurdistanê re îmza neke û îdareya Amerîkayê jî di daxuyaniya xwe de gotibû ku, nabe tu teref bêy razîbûna Bexdayê neftê bo derve bişîn in. Lê Tirkiye û Kurdistanê bi ya xwe kir û ew girêbest îmza kir.