Polîtîk

Pêvajo wek em dixwazin bi rêve diçe

Cîgirê serokwezîrê Tirkiye û koardînatorê pêvajoyê Beşîr Atalay di derbarê seredana Barzanî ya Diyarbekirê û herweha di derbarê pêvajoyê de agahdariyên girîng dan.

Beşîr Atalay li gel hinek endamên medya Tirkî civînek pêkanî û bersiva pirsên wan da.

Di derbarê seredana serokê Kurdistanê ya Diyarbekirê de Atalay got: Diyarbekir hêviyên heyî bi hêztir kir. Li Diayarbekir xwepêşandana partiya me ya herî mezin pêkhat.

Serokwezîr got ku, yên li çiya bêne xwar û girtîgeh vale bibin. Ev beşek ji projeya pêvajoyê ye. Birêz Barzanî bi Kurdî xîtabê zêdeyî 50.000 insan kir. Ev hemû cara yekem pêktên. Barazanî peyama aşitiyê da û got: Em bi birayetî û siyasetê dikarin hemû pirsgirêkên heyî çareser bikin.Em şidetê ji holê rakin.
Piştî vê bûyerê me hinek lêpirsîn li herêmê kirin. Me dît ku civînên li Diyarbekirê gelek bandorek erênî kiriye.

Rojnemevanekî ji Atalay pirsî: Hun niha pêvajoya aşitiyê de li kijan qonaxê de ne?

Pêvajo gelek bi erênî rêve diçe. Civîn û hevdîtinên li Diyarbekir pêkhatîn pêvajo bi hêztir kir. Kesek bi hesanî nikarê vê pêvajoyê sabote bike. Hemû kanalên diyalogê baş rêve diçe.Herkes li pêvajoyê xwedî derdikeve.

Berdewamiya axavtina xwe de Atalay got: Me ev pêvajo destpêkiriye. Em xwediyê pêvajoyêne. Niha yê pêvajoyê îdare dike emin.

Back to top button