Polîtîk

Deriyê Misirbînê û Qamîşlo vedibe

Li gor zanyariyan, Hikûmeta Sûriyê wê deriyê sînorî yê di navbera Qamişlo û Nisêbînê de ku ev nêzîkî sal û nîvê ye ji aliyê hikûmeta Tirkiyê ve hatiye girtin, di çend rojên bê de veke.

Malpera fermî ya Partiya Yekîtî ya Kurd li ser zarê çavkaniyekê ji rêveberiya gomrikên parêzgeha Hesekê veguhastiye ku rejîma Sûriyê wê deriyê sînorî yê Qamişlo bi awayekî fermî veke.

Çavkaniyê diyar kir ku rêveberiya derî niha li benda biryara dawî ya rêveberiya giştî li Şamê ne ji bo ku derî bi fermî bê vekirin.

Malperê li ser zarê çavkaniyeke din ku navê wê aşkere nekiriye, nivîsandiye ku Parêzgarê Hesekê di serdana xwe ya berî çend rojan li Qamişlo de ji rêveberên saziyên hikûmetê re tekîd kiribû ku deriyê Qamişlo wê di çend rojên bê de bê vekirin û wê rêveberiya derî û parastina derî di destê rejîmê de be.

Heta niha nediyar e bê hikûmeta Tirkiyê helwesta wê razî bibe ew jî ji aliyê xwe de deriyê Nisêbîn-Qamişlo veke yan.

Lê dibe ku piştî serdana duh ya Wezîrê Derve yê Tirkiyê bo Tehran û serdana çaverêkirî ya Serokomarê Îranê bo Tirkiyê, bandora wan li ser têkiliyên di navbera Enqere û Şamê de hebe ku ji destpêka şoreşa li Sûriyê de ew têkilî qut bûne.

Li gorî agahîyên Radio rojava.fm li Rojavayê Kurdistanê diyar dikin ku di van çend rojên borî de liv û tevgerên rejîmê li navçeyên Kurdan li Qamişlo , Dêrikê û efrînê jî zêde bûne û gelek nîşan hene û dibe ku rejîm car din vegere wan herêmên ku berî sal û nîvê jê vekişiyabûn û radestê Partiya Yekîtiya Demokrat PYDê û baskê wê leşkerî YPGê kiriye.

Ev guhartin di demekê de ne ku PYDê û çend partî û aliyên siyasî yên ku jê ve nêzîkin rêveberiyeke demî li Rojavayê Kurdistanê ragihandine û niha kar ji bo avakirina wê rêveberiyê dikin. Rojava Fm

Back to top button