Cîhan

Petrol û serxwebûna Kurdistanê

Serokwezîrê Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî serdana Tirkiye kir û li gel serokwezîrê Tirkiye tayib Erdogan  di derbarê rêkirina petrol û gaza xwezayî de hinek peyman îmze kirin.

Hêja hibra îmzeyan zuwa nebûyî , hat îdia kirin ku ji bo helwesta hukumeta nawendî ya Iraqê li Enqere tiştek nehatiye îmzekirin.
Li ser vê yekê daxuyaniya nûnerê wezereta derve ya Emerîka û daxuyaniyên hinek berpirsên hukumeta iraqê wek mînak hatin nîşandan.

Ji xwe bernama serokwezîrê Kurdistanê de piştî Enqere serdana Bexdayê jî hebû.

Di vê derbarê de parlementerek Kurd li Bexdayê Muhsin Sadun daxuyaniyek da û got: Hemû pêngavên ku hikûmeta Herêma Kurdistanê bo hinardekirina petrolê avêtine, destûrî ne û çavkaniya xwe ji yasaya petrolê ya İraqê werdigire.’‘

Ji aliyek din ji serokek yê Şîyan  Mukteda El Sadr da zanîn ku eger Iraq astengan ji herêma Kurdistanêre derêxe , wê Barzanî dewletek Kurdî ragihîne.

Di vê derbarê de Mukteda El Sadr got:Gendelî, dizî li herêma Kurdistanê ji Iraqê kêmtire. Herêma Kurdistanê pêşve diçe. Barzanî ji min re gotiye “ Eger helwesta Malikî li dijê Kurdistanê bi xirabî berdewam be, emê dewleta Kurdî ragihînî“.

Rojevakurd

Back to top button