Civak

KCK di hilbijatinan de berê xwe dide Kemalistên Tirk

KCKê li qendîlê di derbarê hilbijartinên adara 2014ê li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê bêne kirin daxuyaniyek belav kir.

KCK cardin berê xwe ji hêzên Kurdistanê zehftir da grubên çepên marjînal li Tirkiye.

Daxuyaniyê de tê gotin ku, ji bo çareserkirina pirsa kurd demokratbûna Tirkiye ev hilbijartin girînge. di vê manê de divê hemû hêzên demokrat, çep û sosyalist dest bidin hev.

Herweha KCk dide xuyakirin ku ew kesên dixwazin bibin namzet û namzetiya wan pêkneyê, divê dilê wan nemîne û xwe ji xebatê nedin aliyekî. Eger helwesta wan ne başbe dê cardin ewê bi xwe winda bikin. Dema namzet bêne eşkerekirin divê ev minaqeşa namzetbûnê jî dawî werê.

KCK yekitiya li dora xwe di çerçova “ Konferansa Kurd ya Bakur de“ dibîne. KCK dibêje: Divê KCD, BDP û Komferanda Kurd a Bakur di vê derbarê de berpirsiyariya xwe bînin cih.

Back to top button