Kurdistana Rojava ne “Rojava“

Tevgera PKK/PYDê  dema behsa Suriye û beşê Kurdistanê yê di bin destê vî dewletî de dike gotina Rojava kartîne. Ev gotin li Bakurê Kurdistanê jî ji aliyê derdora PKKê ve tê karanîn. Herweha dema çepên Tirkan jî behsa Suriye û beşê Kurdistanê  di bindestê vî welatî de dikin gotina Rojava kar tînin.

Rojava bi serê xwe tu maneyekî nade. Ji xwe dema behsa  Kurdistana di bin destê Suriye de tê kirin divê navê wî beşê Kurdistanê lê bête kirin. Kurdistana Bakur, Kurdistana Başûr, Kurdistana Rojhilat û Kurdistana Rojava heye. Niha dema navê Kurdistanê yan jî navê welat bi karneyê tu manê Bakur, yan jî Başûr tuneye.
Dema bi serê xwe Rojava bête karanîn ne navê tu deverekiye. Her welatek rojavayê wê heye.

Dixweyê ji bo gotina Kurdistanê neyê karanîn tene Rojava tê gotin. Wek mînakek ew çepên Tirkan yên di rojname û bernameyên televizyonan de behsa Rojavayê Kurdistanê dikin tu cara naxwazin navê Kurdistanê bêjin. Ji bo wan  navê Rojava gelek hesaniye û li îdeolojiya wan re jî digonce. Ya girîng li vê derê windakirina navê Kurdistanêye.

Li Tirkiye dema behsa Rojavayê Kurdistanê dikin gelek caran gotina Bakurê Suriye yan jî bi serê xwe Rojava tê karanîn.Dema Behsa  Bakurê Suriye bête kirin divê Kurdistana Rojava yan jî Rojavayê Kurdistanê bête karanîn.

Wek din Kurdistana Suriye jî tê karanîn Ji ber ku di nava milet de Kurdistana Suriye, Tirkiye yan jî Iraqê gelek tê karanîn. Li vê derê ya girîng ewe ku navê Kurdistanê bi awayekî bê holê.

Ji ber vê yekê deverek ku navê wê “Rojeva be tuneye. Kurdistana Rojava heye.

D.Jêlî/Rojevakurd

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: