Civak

Tirka gundên Zaxo topbaran kir

Li gora nûçeya Kurdistan TV;  hate ragihandin ku, şeva derbasbûyî Artêşa Tirkiyeyê dest bi topbaran kirina Gundên Devera Qesrokê ya ser bi Zaxoyê kiriye.

Di vê derbarê de Berpirsê hêzên pasewanên Sînur yên Kurdistanê Eqîd Husên di daxuyaniyekî taybet de ji Kurdistantvê re ragihand ku, şev derbasbûyî Artêşa Tirkiyeyê bi awayekî tund û bi Hawen û obîsan dest bi topbaran kirina Gundê Behnînê ya li Devera Qesrokê kiriye.

Çavkanî her weha diyar kir ku, ji bilî zererên madî yên mezin ti zerereke canî neketiye ber welatiyên Deverê lê daristan û bax û bistanên Deverê şewtîne.

Back to top button