Nivîsar

Seyda! Gelo Kuştina Kurdan Helale?

Îlhamî Işık ku di rayagelde wek “Balıkçı” tê zanîn, şîroveyek balkêş ji bo dayîkên Kurd ku xafika xwe ya spî avêtên cihî ku 9 esker şehît ketin.

Dayîkên Kurd, yanê dayîkên me, Li navçeya Çukurcaya Hekarîyê, xafikên xwe danîn cihîn ku 9 eskerên me şehît ketin û gotin, “Xwezî di dewsa wande em bihatana kuştin”

Masîgir (Balıkçı) ku ji sala 1996’an pêve di navbera Dewlet û Öclan de mizakerayan dimeşîne, vê yekê di qenala TGRT Xeberê de wisa nirxand.

Got: ji vê seetê pêve, êdî ji kî tê bila bê, bi çi şiklî tê bila bê, tundî meşrûyeta xwe winda kiriye.

Masîgir wiha Got: ev avêtina xafikê tê vê wateyê; “heta niha we çikirîye? Kî kî kuştiye? Ji îro bi şûnde bila tu car xwîn nehê rijandin.
Çimkî xwin xafika spî qirêj dike. Xafik namusa me ye. Namusa kevneşopîya me ye. Em tu car namûsa xew qirêj nakin.

Li gor gotinan, heke xafik bê avêtin, beraz jî, berê xwe dizivrîne û diçe. Beraz ku tu car hesûdîya hevsera xwe nake. Di derbarê namûsê de heywanek mînak xerab e. Tevî vê xûyê xwe, heke xafik bê avêtên disekine.

Êdî xafik hatîye avêtin.
Li hemberê vê helwestê, tu Kurd û Turkên ku tundîyê bixawzin, divê nemînin. Çimkî ew xafik ya gişî dayîka ne. Yê bakûr, başûr, rojhilat û rojava, ya gişî dayîkên welatin.

Ji bo ku ew xavika spî qrêj nebe Şerê rizgarîyê hate dayîn. Masîgir bi vê şîrove ya xwe, çandiya me ji me ra bîbir anî.

Salih Tuna

 

www.xeberenkurdi.com/

Back to top button