Polîtîk

Davutoglu: Wê operasyon berdewambin

Wezîrê derve yê Tirkiye Ahmet Davutoglu di bernameyek ya  kanal a NTV de beşdarî kir û di derbarê siyaseta Tirkiye ya derve û Rojhilata Navîn dîtinên xwe gotin. Li ser pirsekî Davutoglu behsa rewşa Irakê û Başûrê Kurdistanê jî kir û got dê operasyon berdewam bin.

Davutoglu ji bo Bexdayê got ku, eger ew ax, axa te ye li ser wê axê rêxistina nehêle. Di berdewambûna axavtina xwe de Davutoglu got: Eger Qendil, Xakurk û erdên din yên wene, werin rêxistinê li wir pakij bikin. Na eger hun bêjin em nikarin wan deveran pakij bikin,  ji destê me nayê, hinge mafê me heye ku em xetera ku li dijê xwe ji wan deveran pakij bikin. Pêwist nake ku ev weke ihlakirina axa welatekî bête dîtin. Ji wê derê êrîşê me dikin, ma emê çibikin? Em nikarin tenê lê temaşe bikin.

Herweha Davutoglu da xuyakirin ku, wan ev pirs gelek caran li gel Amerîkayê jî gengeşe kirine. Davutoglu got ku, heta êrîş ji wê herêmê bêne ser me, dê operasyon berdewam be.

Back to top button