Civak

Kurdî ket parlementoyê

Zimanê kurdî cara yekem ket di nav belgeyên parlementoya Titkiye de. Dema hilbijartin têne kirin, albumek ya parlementerên hatîn hilbijartin tê amadekirin. Di vê albumê de agahdariyên derbarê parlementeran cih digire. Behsa malbata wan, rewşa wan ya perwerdê û çi zimanan dizanin tê kirin.

Ji berî niha dema parlementerek kurd bigota ez zimanê kurdî dizanim, ew wek zimanê kurdî nedihat nivîsandin. Dihat gnivîsandin ku;Nayê zanîn.

Lê niha piştî hilbijartina 12-ê Hezîranê di albuma nû ya parlementeran de behsa zimanê kurdî tê kirin. Li himber zimanên dizanin de kurdî tê nivîsandin. Bi vî awayî cara yekem zimanê kurdî di belgeyên parlementoya Tirkiye de hate navkirin.

Nasandina gelek parlementeran de hatiye nivîsandin ku ev kurdî dizanin. Nasandina parlementerên wek, Galip Ensarîoglu,Leyla Zana, Sezgin Tanrikulu,Gulsen Orhan, Bengi Yildiz, Emin Dundar, Şerefettin Elçî û gelek parlementerên din dane beyankirin ku ew zimanê kurdî diaxivin.

Back to top button