Tenduristiya du girtiyên siyasî yên kurd nebaş e
Malpera ‘kaleme’ ragehand, 2 girtiyên siyasî yên kurd ku 11’ê Tebaxa 2011an li hepsa 350 a girtîxaneya ‘Evin’ a Teharanê ji bo girtîxaneya ‘Reyacîşehr’ a bajarê Kerecê hatin veguhastin, tenduristiya wan di rewşeke xirab de ye.
Girityên siyasî yên kurd Remezan Seîdî û Hadî Emînî, ku ligel 16 girtiyên din ên siyasî di hepsa şeşemîn a girtîxaneya ‘Evin’ a Tehranê de hatine ragirtin, di cihê herî nebaş ê wê girtîgehê de tên hiştin û cihê mayîna wan di warê tenduristî û paqijiyê de gelek xirab e.
Girityê siyasî yê kurd Hadî Emînî, di wê rewşê de rastî nexweşiya gurçîlkê hatiye û tenduristiya wî ketiye metirsiyê. Ligel ku navbirî heya niha çendîn car daxwaz kiriye ji bo çareseriyên dermanî serdana bijîşk bike û lêgerîna bijîkî jê re bê kirin, lê berpirsyarên girtîxaneyê li hemberî wê daxwaziya Hadî Emînî xemasrî nîşan dane û bersiva erênî nedayine xwesteka wî. Loma metirsiya bo ser tenduristiya wî gelek zêde bûye.
Ew du girityên siyasî yên kurd ku heyamekê berî niha daxwaz kiribûn wan bibin benda girtiyên siyasî, lê berpirsyarên girtîxaneya Recayîşehr a Kerecê, ew şandibûn nav hepsa girtiyên pir xeter ên girtîxaneyê û berê jî bo heyamê 50 rojan di hepsa takekesî ya girtîgeha ‘Evin’ê de mabûn.
Girityên siyasî yên kurd Remezan Seîdî û Hadî Emînî, bi tometa peywendî ligel partiyên kurdî yên dijberê hikûmetê her yek jê bi 5 sal cezayê girtîxaneyê hatiye mehkûmkirin.
Bi sedemê pêrenegihîştina bijîkî û balnedana berpirsên girtîgehan, hindek ji girtiyên siyasî yên din ên kurd wek Zanyar û Loqman Muradî, Kemal Şerîfî, Enwer Husênpenahî û Reza Şerîfî Bokanî, di hepsên hikûmeta Îranê de di rewşeke xirab a cesteyî de dijîn û berpirsên girtîxaneyê ji bo çareserkirina tenduristiya wan ti gavekê navêjin.(Kurdpa:)