Dosya

Ji %81 dewleteke serbixwe ya kurdî dixazin

Ji %81 ji xelkê Kurdistanê di rapirsyekê de ji damezrandina dewleteke serbixwe ya kurdî re got (erê).

Li gor rapirsiyekê ku di malpera NRT da li ser pitgirya avakirna dewleteke serbixwe ya Kurdistanê hatiye kirin, ji %81 kesan di bersiva pirsa ka tu piştgirya damezrandina dewleteke serbixwe ya kurdî dikey gotiye ERÊ.

Li gor wê çavkaniyê 2189 kesan beşdarî di rapirsiyê de kirye û di bersiva pirsa ; gelo tu piştgirya damezrandian dewleteke serbixwe ya kurdî dikî,  ji %81 gotiye Belê, ji %15 gotiye Nexêr û ji % 2 gotiya Nizanim.

Weke tê zanîn piştî başûrê Sudanê serbixweyeîya xwe îlan kirî, mijara serxwebûna Kudistanê jî germ tê minaqeşe kirin û kurdan dest bi kampaniyayên avakirina dewleteke kurdî kiriye. Li bajarê Duhokê li başûrê Kurdistanê grupek bi navê Grupa dewleta Kurdî hatiye damezrandin.

Back to top button