Polîtîk

Barzanî û Ehmedînejad li Tehranê pirsa topbaranê gotûbêj kir

Piştî ku duhi êvarê şandeke Herêma Kurdistanê bi serokatiya cîgirê serokê Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) Nêçîrvan Barzanî gehişte bajarê Tehranê, îro digel serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad civiya.

Derbarê şanda Herêma Kurdistanê de nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Umer agahî dan Rûdawê û got:
– Îro bi saeta Tehranê demjimêr 10.00 şanda Herêma Kurdistanê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî digel serokkomarê Îranê Mehmûd Ehmedî Nejad û serokê civata ewlekariya Îranê Dr. Celîlî civiya û civîn jî erênî derbas bû.

Derbarê armanca serdana şanda herêmê de jî Nazim Umer got:
– Armanca serdana şanda herêmê çareserkirina pirsgirêkên ser sînor û vegerandina ewlekarî û asayişê ye bo navçeyên ser sînoran.

 Navborî amaje bi wê yekî jî da ku civîn erênî derbas bûne û got:
– Herdû alî li ser wê yekê hevdeng bûn ku serweriya İraqê bê parastin, bi yasayên navdewletî ve pêbend bin û aramî û asayiş vegere navçeyên sînor ên Herêma Kurdistanê.

Nûnerê hikûmeta Herêma Kurdistanê li Tehranê Nazim Umer, da zanîn ku dê şanda herêmê ya bi serokatiya Nêçîrvan Barzanî îro piştî nîvro digel wezîrê derve yê Îranê Elî Ekber Salihî û rayedarên din ên Îranê jî bicive.

Weke tê zanîn çend heftiyeke rijêma Îranê gundên ser sînor nav axa Kurdistanê bi dijwarî topbaran dike ku heta nuha çend hevwelatiyên herêma Kurdistanê şehîd û birîndar bûne, herwesa hjmareke gundan jî hatine vala kirin û xelkê wan koçabr bûne.

Back to top button