Polîtîk

Tirk ji hêzbûna Barzanî ditirsin

Rojnamevanê tirk Orhan Dede di nivîsa xwede ku, li Yeni Mesaj weşandiye, behsa alozbûna têkeliyên navbera Sûriye û Tirkiyeyê ji aliyekî û pêşkeftina têkeliyên navbera herêma Kurdistanê û Tirkiyeyê ji aliyekî din dike.

Orhan Dede dinivîse:

– Tirkiyeyê bi awayekî lezgîn li hember Sûryeyê biryareke req wergirt, sînorên xwe digel Sûriyeyê girtin û daxuyaniyên dijwar li dijî Sûriyeyê dan. Sûryeyê jî çend biryar li dijî Tirkiyeyê dan ku dê tesîreke xerab li ser Tirkiyeyê bikin.

Nivîskar dinivîse ku ji aliyekî ve Tirkiye têkeliyên xwe digel Sûriyeyê qut dike û ji aliyêkî din ve têkeliyên xwe digel herêma Kurdidtanê berfireh dike:

– Trikiye li hember Sûriyeyê helwesta xwe req dike, balkêşe. Lê Tirkiye li hember ”desthilata bakûrê Îraqê” gelek nerim û rehete. Xuyaye ku sedemên vê yekê jî çavkaniyên xwezayî yên ”bakûrê Îraqê” ne.

Orhan siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê ya li hember herêma Kurdistanê rexne dike û dinivîse:

– Divê wê yekê em bizanibin ku çend Barzanî bihêz bikeve, berjewendiyên Tirkiyeyê li ”bakûrê Îraq” dê kêmtir bibin. Dê rojeke were ku Barzanî wê hêza xwe bibîne û li dijî Tirkiyeyê helwest werbigire. Eger ew wext hat êdî li şûna ku em qazancên têkeliyên xwe, dê ziyanên têkeliyan binivîsîn.

Nivîsakarê tirk dinivîse ku nuha Tirkiye li hember Barzanî çavên xwe digire, lê belê dê rojek were ku Tirkiye wesa poşman bibe ku tu kes bawer neke.

 

http://www.yenimesaj.com.tr/index.php?haberno=11006237&tarih=2011-12-10

Back to top button