Kultur

Jiyan û berhemên Hecî Fetah Hezroyî

Roja şemiyê li Weqfa Kurdê ya li Stenbolê Semînerek li ser Jiyan û xebata rewşenbîrî ya seydayê Hecî Fetah Hezroyî ye. Semîner ji aliyê nivîskar û lêkolîner Zeynel Abidîn Zinar ve hate dayîn. Zeynel Abidîn behsa jiyan û berhemên Hecî Fetah Hezroyî kir.

HECÎ FETAH HEZROYÎ
(1892-1975)

Bi navê Xwedayê dilovan dev bi axaftina xwe dikim.
Silav û rêz pêşkêşê cenabê we dikim.

Hêvîdar im ji Xwedayê mezin ku hûn tev, welat û miletê me di nav aramî û êminatiya Yezdanê dilovîn de li jiyanê berdewam bin.

Herweha spasiyên xwe pêşkêşê Weqfa Kurdî jî dikin ku van çalakiyên çandî wisa bi rûkûpêk dide domandin.

Bêguman, yek ji zana û rewşenbîrên Kurd ê Sedsala Bîstî, Seyda Hecî Fetah Hezroyî ye.

Hecî Fetah di sala 1892an de (1308ên Koçê), li gundê Zuxra Hezroyê hatiye dinyayê û di 21ê Sibata 1975an de jî ku roja Înê bûye, çûye ber dilovaniya Xwedê  û li goristana bajarê Hezroyê ketiye wargeha xwe ya sermedî.

Fetah Hezroyî kurê Sofî Mihemed e û bi eslê xwe ji Hezana Licê ye.  Di zarûktiya xwe de dev bi xwendina olî kiriye û piştre li Medreseya Kurdî domandiye. Dema ew bûye şazdesalî, bi xalê xwe Mela Ebdulah re çûye Hecê. Ji ber vê yekê ye ku ew, bi nasnavê hecîtiyê hatiye naskirin.

Bêguman piraniya melayên Kurd çûne serdana Mala Xwedê jî, lê belê ji wan re HECÎ nayê gotin. Ji ber ku nasnavê meletiyê li ba Kurdan pir bi qîmet û rûmet e.

Îcar ji ber ku Fetah Hezroyî berî ku bûbe mela, çûye Hecê, ji ber hindê ye ku jê re Hecî Fetah Hezroyî  hatiye gotin.

Îcar ji ber ku ew zanayekî navdar û xwediyê hunereke dewlemend bûye, herweha gelek salên dirêj desr jî dane, jê re hem seyda û hem jî hecî hatiye gotin. Ew di nava xelkê wek Seydayê Hecî Fetahê Hezroyî hatiye naskirin.

Li gor agahdariya melayê hêja, Zeynelabidin Amedî ku di pêşgotina Dîwana Seydayê Hecî Fetah Hezroyî de nivîsiye: Jînenewariya vî zatê pîroz weha ye:

1-    Fetah Hezroyî, pêşî li bajarokê Hezroyê, li ba xalê xwe Mele Ebdulah xwendiye. Di vê demê de jî, bi xalê xwe re çûye Hecê.

2-    Piştre Hecî Fetah Hezroyî çûye li medreseya gundê Tileloya Diyarbekirê xwendiye.

3-    Demekê Hecî Fetah Hezroyî çûye bajarokê Licê, li ba desdarê binavûdeng Mele Muhemed Hadî xwendiye.

4-    Piştre jî Hecî Fetah Hezroyî li ba Seyda Mele Ebdulah Meylanî xwendiye.

5-    Piştre Hecî Fetah çûye bajarê Hezoya Sêrtê û li medreseya Ceznê, li ba seydayê gorbihişt Mele Reşîd xwendiye.

6-    Hecî Fetah Hezroyî ji Ceznê jî çûye Farqînê û li ba serokê dersdaran seydayê gorbihişt Mele Huseynê Kiçik xwendiye, li wirê domandiye heta ku destûrnameya Medreseya Kurdî ji vî seydayî wergirtiye.

7-    Seyda Hecî Fetah Hezroyî Destûrnameya Rêçika Nexşebendî jî wergirtiye. Lê belê Seyda bi rêçikê ve nelipiye û tenê dersdarî kiriye.

8-    Di sala 1920î de azmûnek ji bo meleyan li Farqînê çêbûye, kesê ku azmûnê qezenc bikira, Osmaniyan ew ji birina leşkeriyê bêrî dikin. Hecî Fetahê Hezroyî ew azmûn qezenc kiriye û neçûye leşkeriyê. 

9-    Hecî Fetahê Hezroyî medrese ava kiriye û di medreseya xwe de, 50 sal ders daye şagirdan.

10-    Tê gotin ku ji hezarî (1.000) zêdetir alim û zana, ji Medreseya Hecî Fetah Hezroyî derketine û piraniya destûrnameya wan aliman, ji aliyê Seyda Hecî Fetah Hezroyî ve hatiye îmzekirin.

Seyda Hecî Fetahê Hezroyî, bi keça Şêx Mihemed Selîmê Hezanî re zewiciye. Lê mixabin zarûk ji vî Seydayê hêja re çênebûne û kurdûnde koça dawîn kiriye.

Erê ez ji aliyê byolojîk ve dibêjim kurdûnde.
Lê belê ew hemû xortên ku li ba Seyda Hecî Fetahê Hezroyî xwendine, herweha ew hemû alim û zanayên ku destûrnameya medresê jê wergirtine, tev mîna zarûkên wî bûne.

Ha ew xort û zanayên ku bi dersdana Hecî Fetah Hezroyî perwerde bûne, ew tev mîratxurên zanîn û samana zanistiya Seyda Hecî Fetahê Hezroyî ne.

Hin zanayên navdar ku destûrname ji Seydayê Hecî Fetahê Hezroyî wergirtine ev in li jêrê:

1-    Mele Xelîl, bûye miftiyê Diyarbekirê.
2-    Mele Derwêş, bûye miftiyê Urfayê (biraziyê Seyda Hecî bûye).
3-    Mele Ebdulah, bûye miftiyê Hezroyê (lawê xalê Seyda bû).
4-    Seyda Mele Ehmed Meylanî, bûye miftiyê Licê.
5-    Mele Heyder, bûye miftiyê Îzmîrê.
6-    Mele Seîd Ergen, bûye miftiyê Farqînê.
7-    Mele Ebdulmecîd, bûye miftî.
8-    Mele Mehfûz, bûye miftî.
9-    Mele Mihemed Bîlîcî.
10-    Mele Selîm Yilmaz, bûye waizê navendî yê Enqerê.
11-    Mele Sebrî Îlhan, bûye waîz.
12-    Mele Sebrî Înal.
13-    Mele Zahid Meylanî.

Û gelekê wek van zatên hêja ku navê wan hate gotin, li ba Seyda Hecî Fetah Hezroyî xwendine û navûdeng dane.

Seyda Hecî Fetahê Hezroyî, zimanê farisî û yê erebî jî, weke yê kurdî dizanibû.

Seydayê nemir gelek helbest bi zimanê kurdî, herweha bi zimanê erebî û bi yê farisî jî nivîsîne.

Mele Zeynelabidin Amedî helbestên Seyda Hecî Fetahê Hezroyî yên kurdî berhev kirine û wek dîwan, dîsa bi tîpên erebî dane weşandin.

Lê mixabin ji ber desttengiya diravî, dîwana Seyda Hecî Fetah û ya Mele Mihemed Nûredîn Bişêrî-Sînanî, herdu bi hev re wek cildekî hatine çapkirin.

Berhemeke din jî ya Seyda bi zimanê erebî û bi navê Hediyetu-ssebyan heye, lê hêj nehatiye çapkirin.

Di vê Dîwana Seyda Hecî Fetahê Hezroyî de, 59 helbestên babetcihê hene ku yek ji ya din xweştir û şêrîntir e. Helbestên Seyda tev bi kêş û qafiye ne, hinek ji wan bi 8 kiteyan dikişin, hinek bi 11 kiteyan, hinek bi 14, hinek bi 15 û hinek jî bi 16 kiteyan hatine nivîsandin.

Nasnavê Seydayê Hecî Fetah Hezroyî jî di helbestan de FETHÎ ye.
Helbestên Seyda têkel in, lê bi piranî li ser evînê hatine honandin.

Eve çend helbes ji Diwana Seyda Hecî Fetah Hezroyî:

Rûpel 31:
Ev beş 11 malikên çarîne ye, bi 8 kiteyan dikişe û qafiye ”H”ê ye:

Dîsa ji nû lebşekerîn
Avête dil işq û evîn
Lew bûye mecrûh û birîn
Her dem dike sed ah û ah!

Sed ah û nalîn û fîxan
Her dem ji dil tên bêguman
Ji destê wê hûra cînan
Ebrûhilala hem çu mah

Qamet neya xurşîdî rû
Reşkakila mişkînî bo
Enbersifet zulfê li rê
Ferwar û hem ewn û penah

Şêrînleba dil mustened
Zulmê dikit pur bê eded
Dad û meded, dad û meded!
Kuştî feqîrê bêgunah

Ey dilrubaya nazenîn
Ey gewhera le-lê semîn
Napursî qe-l halê hezîn?
Karê te her cewr û cefa
……
Rûpel 32:
Ev beş 14 malikên durêz in, bi 15 kiteyan dikişe û qafiye ”E”ê ye:

Fîl heqîqet rindî û husna hebîban her heye
Lê ziyade ger bibînit, aşiqî rencûrdil e

Dilbera mexmûrqebaya nazika hişyar û mest
Zulf û xalan tu xuya ke, da xuya ke sorgulan

Ger bibîne zulf û xalan, aşiqê sewda û dost
Dê li afaqan belav bit ev seda û xulxule

Wesf û nîşan dê belavbit gerçî bê hemta yî tu
Çunkî bê hemta ye aşiq ew di wesfan bulbul e
…..

Rûpel 34:
Ev beş 11 malikên durêz in, bi 8 kiteyan dikişe û qafiye ”Δ ye:

Helak bûm ez ji destê te
Revandî dil ji destê me
Ji zulfan lew bi efxan im
Bi ahînê hezar zarî

Tederru- sed hezar caran
Me kir ez dergehê Barî
Wissalê ku muyesser ke
Bi wan tturreyê ttarî

Dilê min reftî yû berdî
Ela ey dîlbera nazik
Bese zulm û cefaya te
Digel vê qehr û azarî

Me meqsed nîne ez dunya
Ji xeyrê nazenîn Horî
Te meqsed nîne xeyrî zulm
Li vê azar û rencûrî

Tulû- kir tali-ê bed bext
Zuhel (merîx) derket bi nehsî lew
Di mabeyna me da çêbû
Hezaran bu-d û hem dûrî

Fîraq çêbû di mabeyna
Du mehbûban, eceb renc e
Li kû ma ew di ewsafan?
Ezîz û nazenîn sorî
………

Rûpel 35:
Ev beş 17 malikên çarîne e, bi 7 kiteyan dikişe û qafiye ”BÛ” ye:

Bihar bi ser me hatî
Lê fayde nîne esla
Yar ger wîsal nîne
Bax û buhar ne xweş bû

Lew bax û bexçe, bostan
Sorgul di nav gulistan
Bê wan di destê mestan
Esla qewî ne xweş bû
…..
Rûpel 37:
Ev beşa helbestê 12  malikên çarîne ye, bi 11 kiteyan dikişe û qafiye jî ”d” ye:
Ev helbets wek helbesta Melayê Cizîrî ya bi sernavê Me ji bil husn u cemalê çi xerez? Bê cemalê ji peyalê çi xerez? hatiye honandin:
Seydayê nemir Hecî Fethullah Hezroyî weha gotiye:

Dil ji bil qametê yarê çi xerez?    
Me ji ezharê biharê çi xerez?        

Me ji destê te ye nalîn û hewar
Werne, me ji ah û hewarê çi xerez?

Eddê (hesab) eyamê firaqa te dikin
Werne, me ji edd û jimarê çi xerez?

Ger wisala te muyesser nebitin
Me ji eyyamê biharê çi xerez?

Ji heraret herişî sîne û dil
Werne, me ji sêv û hinarê çi xerez

Zulfê şehmarê çu eqreb ku li dil da
Werne, me ji eqreb û marî çi xerez?

Ger ne xaka der(iy)ê dildarê bû
Me ji vê toz û xubarê çi xerez?

……
TEMAŞEVANÊN HÎJA!
Berî ku ez axaftina xwe kuta bikim, dixwazim bibêjim ku ha ev helbestên ku hatin xwendin, di binê qedexetî, kotekî û hovîtiyeke wisan de hatine nivîsandin ku di wan deman de kesî nedikaribû ji ziman û vêjeya kurdî, tenê behsa tîpa K-yê jî bikira. Lê belê van lehengên Medreseya Kurdî, xameya xîretkêşîya nijadî dane destên xwe û nehiştine ku vêjeya Zimanê Kurdî wenda bibe.
Spas ji bo guhdariya we, her şad û bextewer bin.

Zeynelabidin Zinar
[email protected]

Back to top button