An BRD an neman! Analîzek li ser kujeriyên dawî yên rastradîkalan.
“..Bi ya min bidestxistina kujerên “rêze-kujeriya donerfirosan” gelek erênî ye û nîsaneyek bo guhertina polîtîkayan e. Bo gotina vekirî dewleta alman kûr a alman, heya niha dixwest rastradîkalan wekî hêmaneke jiyana nevxweyî bikarbîne, lê êdî naxwaze, ji xwe re hêmanên din dîtiye. Yan jî dê êdî bikaranîna wan bisînor bike. Bi nêrîna min pistî hilwesîna DDRê, derizeke girîng di mejiyê dewleta kûr a alman de derket. Ew deriz, li dijî Destûra Bingehîn a Federal û bandora wê bû. Cer hebe êdî pêwîstî bi biyaniyan nebû, herdu Almanya bûbûn yek. Almanan gelek zêde bedêla Hitler dabû. Bi dehsalan xwe ji neteweperweriyê dûr xwedîkirin. Xelkê pesnê welatê xwe dide, almanan newêribûn, bigotana “bijî Almanya”. Otosansûreke hisk hatibû avakirin, mirovan bi dizîka ji welatê xwe hezdikirin. Dengê wan derbiketiba ditirsiyan ku yek bêje “aha dîsa neteweperwerî, dîsa Nazî”. Lê bi hilwesîna sînorên di nava herdu Almanyayan ve otosansûr jî, tirs jî, Serê Sar jî bidawî bûbû…”
Helbet dewleta veşarî, dizî yan kûr a almanan jî heye. Helbet dewletên veşarî, dizî yan kûr xwedî gelek îmtiyazan e. Helbet dewletên kûr tevlî tevayiya karên welat dibin. Helbet dewletên kûr bi giştî nayên û nikarin bên kontrolkirin. Helbet dewletên kûr carnan ji rê jî derdikevin, dibin belaya serê welatan jî.
Almanya piştî du şerên cîhanê kewa xwe girtiye. Şerê cîhanê yê II. dawî li desthilatdariya faşîzma alman tîne, têk dibe. Li Almanyayê welateke demokratîk, humanîst, federal tê damezirandin. Destûra bingehîn a Almanyaya Federal bi rastî jî wekî danezaneke gerdûnî ya mafê mirovan e. Her xalekê wê bi “her kes xwedî mafê..” destpê dike. Ango wekî gelekan nabêje “alman, hevwelatiyê alman hwd”, tenê behsa kesan, mirovan dike.
Li ti welatekê bi qasî Almanyayê rêz li mafê mirovan nayê girtin. Ti makezagonek bi qasî ya Almanyayê humanîst nîne. Viya kes nikare înkar bike.
Lê çima?
Lê çima li Almanyayê atmosfereke lîberal nîne?
Çima Nazî dikarin di hilbijartinan de biserbikevin, bikevin parlamenên federedewletan?
Çima jiyana sosyal a alman yekrengî ye?
Çima li Almanyayê hez ji biyaniyan nayê kirin?
Çima tehemûla almanan bo çandên din nîne?
Çima ewçend pêşdarazî hene?
Çima kujerên biyaniyan dikarin 10 salan xwe veşêrin?
Heya em antîteza (dijangaşta) wê jî bibîr nexînin, analîz nekin, em nikarin bersivan bidin, çareseriyekê bidestbixin.
Min di gelek nivîsên xwe de, heya ji min hatiye bereya dijber, rûyê din ê meseleyê jî aniye ziman. Serê we neêşînim bi dubarekirinan, lê bi destûra we hema yek du xalan bêjim.
Çima kesên dibêjin atmosfereke lîberal nîne, atmosferê lîberal ava nakin?
Çima kesên dibêjin Nazî di hilbijartinan de biserdikevin, tevlî siyaseta alman nabin, naçin ser sindoqan û alîkariya partiyên demokrat nakin?
Çima kesên dibêjin jiyana sosyal a li Almanyayê yekrengî ye, rengên xwe lê zêde nakin?
Alman ji biyaniyan hez nakin, lê gelo em hez ji wan dikin?
Tehemûla almanan ji çandên din re nîne, lê gelo çandên din tehemûla çanda almanan dikin?
Pêşdaraziyên almanan pirr in, lê gelo yên me kêm in?
Bi çep û rast, bi neyînî û erênî, ji vî alî û wê alî divê lê bê kolandin daku em tiştekê jê fêhm bikin, bikaribin dermanekê peyda bikin.
Lê em çi bikin jî, dîsa tiştekê kêm dimîne.
Çawa kujerên 9 biyanî û polîsekê dikarin 10 salan xwe veşêrin, di dema veşartinê de gelek bankayan bişêlînin?
Pirsa herî mezin jî, çima bi saziya sîxurî ya alman re têkildar bûne, çima dewleta kûr a alman xwedî li Naziyan derketiye, alîkarî daye wan û bi destê wan biyanî dane kujtin?
Bi rastî jî bersivdayîn dijwar e.
Em dikarin bi şablonên xwe biaxivin ku ev me nagihîne cihekê baş. Ji me re dikeve ku em nêrîna xwe ya ji tecrube, serpêhatî, şopandinên me hatiye darivandin, bêjin.
Bi ya min bidestxistina kujerên “rêze-kujeriya donerfiroşan” gelek erênî ye û nîşaneyek bo guhertina polîtîkayan e. Bo gotina vekirî dewleta kûr a alman, heya niha dixwest rastradîkalan wekî hêmaneke jiyana nevxweyî bikarbîne, lê êdî naxwaze, ji xwe re hêmanên din dîtiye. Yan jî dê êdî bikaranîna wan bisînor bike.
Bi nêrîna min piştî hilweşîna DDRê, derizeke girîng di mejiyê dewleta kûr a alman de derket. Ew deriz, li dijî Destûra Bingehîn a Federal û bandora wê bû. Çer hebe êdî pêwîstî bi biyaniyan nebû, herdu Almanya bûbûn yek. Almanan gelek zêde bedêla Hitler dabû. Bi dehsalan xwe ji neteweperweriyê dûr xwedîkirin.
Xelkê pesnê welatê xwe dida, almanan newêribûn, bigotana “bijî Almanya”. Otosansûreke hişk hatibû avakirin, mirovan bi dizîka ji welatê xwe hezdikirin. Dengê wan derbiketiba ditirsiyan ku yek bêje “aha dîsa neteweperwerî, dîsa Nazî”. Lê bi hilweşîna sînorên di nava herdu Almanyayan ve otosansûr jî, tirs jî, Şerê Sar jî bidawî bûbû.
Hestên neteweperweriyê bilind bûbû. Vê derzê digot: “Me berê bi şer nekarî bibin patron, lê niha bi aboriyê bûn lîderê Ewropayê. Heger em bixwazin bêî “Führer”ek jî, xeyalên xwe bicih tînin”.
Helbet ev nayê wê wateyê ku dewleta kûr a alman pîr û pak e, hez ji biyaniyan dike. Heger wisa ba dê heya niha Almanyayê bikariba pirsgirêk û nakokiyên koçberî, penaberî û întegrasyonê çareser bike.
Yek jî, mirov bi hezkirina biyaniyan, li Almanyayê nikare kariyerekê bike, gav bi gav berî bi jor hilkişe. Kesên heya dewleta kûr çûne, xwe gihandine wê meqamê, helbet hinekê jî neteweperwer in. Ev mantiqî ye. Mafê wan e jî. Neteweperweriya normal û rewa, ne xirab e, ti problemek jî dernayîne.
Li Tirkiyeyê welatpatezeke kurd çawa nikare bibe endamê MITê, general ûêd, li Almanyayê jî wisa ye. Profîla xebarkarên BND (saziya sîxûriyê ya alman) bi germî li biyaniyan nanêre. Ev jî mantiqî ye, lewra em bana me jî wisa dikir. Bifikirin 12-15 milyon koçber hatine, li gel gelek çêyiyan, gelek ziyan jî dane kalîteya jiyana wan..
Bifikirin wextekê karkerên Romanyayê li Tirkiyeyê rastî êrîşan dihatin, lewra bi erzanî dixebitin. Hejmara wan tenê çend hezar bû. Heger 12 yan 15 milyon ba?
Werin em dest bidin ser wijdana xwe, xwe jî nexapînin.
Ango jixwe Almanya li biyaniyan ne ewçend germ e, jixwe ti pirsgirêkek safî nebûye, jixwe îstîxbarat, polîs û karmendên welatekê pirranî hinekê neteweperwer in, em nekevin xeyal û daxwaziyên nerasyonal.
Helbet dê çend kes ji BNDê jî, Nazîst bin, îhtîmal e. Wan 10 salan alîkarî dane kujeran, ew fînanse kirine. Mirov nikare bi viya tevayiya BNDê sûcdar bike. Heger BNDê bendê xwe daye Naziyan jixwe mala xwe jî mîrat kiriye ya Almanyayê jî.
Heger BND an Saziya Parastina Destûrabingehîn bendê xwe dabin destên Nazî û rastradîkalan, jixwe hewce nîne mirov ji wan bitirse jî. Lewra tê wê wateyê ku ji aliyê eqil, ruh û vîzyonê ve ew hêj di salên 1930-40’î de mane. Hêzeke wiha jî jixwe ji serî de windakiriye, nikare di mercên nûjen de heya bigire kujeriyên xwe jî veşêre.
Bi nêrîna min ew derza min behsa wê kir, hat tesbîtkirin, dê niha jî bê pînekirin an nekirin, li ser kêfa wan e. Lewra dewleta kûr jî dizane ku Almanya bi destûra xwe bûye Almanya. Bi aşitîxwazî, plûralî, endustriya otoyan, lîberaliya xwe bûye Almanya.
Du model hene ji bo Almanyayê: Nazîzm û BRD. Bi yekê xwe tune, biya din jî heyî dike. Carnan wekî agirê qirşê, gurr dibin, lê paşê dinêrin ku dawî ne bi xêr e.
Heger ev derz bê pînekirin, îhtîmal e ku nêrîn û helwesta rayagiştî ya alman jî bê guhertin.
Çawa?
Li Almanyayê çapemenî û medya ne ewçend wêrek û lîberal in. Tirsonek in, wekî karmendan in, bi nêrînên fermî karê xwe dikin. Ji ya Tirkiyeyê baştir nîne. Di qada navneteweyî de qîmet û giraniya medya û çapemeniya Almanyayê nîne.
Bo mînak, dê medya bi ziravî dijminiya biyaniyan neke, behsa karên baş ên biyaniyan jî bike.
Bo mînak dê dawî li skandalên sazûmaniya penaberiyê neyê jî, kêmtir bibe.
Bo mînak dê êdî Nazîst nekaribin bi hêsanî hereket bikin, lewra dê êdî kes wan fînanse neke.
Mînak pirr in. Bi hev ve girêdayî ne. Jor baş be, jêr jî baş dibe. Gel ji jor re rêzdar e. Xelkê alman bi dewleta xwe ve girêdayî ne, ji medyaya xwe bawer dikin, bi gotina rayedarên xwe dikin.
Van rojên dawiyê hinekê optîmîst im, bihêvî me.
10ê berfanbarê 2011
Êlxan Penaber
Nasname.com