Hevpeyvîn

Daxwaza Kurdan li Sûriyê federalî ye!

Sekreterê Partiya Yekîtî ya Kurd li Sûriyê Îsmaîl Heme, ku partiya wî yek e ji wan 10 aliyên ku vê dawiyê Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê pêk anîn, endamê wê şandê bû ku heftiya borî serdana serokê Herêma Kurdistanê Mesûd Barzanî kir. Îsmail Heme piştî civîna ligel Barzanî, bi Rûdawê re axivî.

Rûdaw: We di konferansa damezrandina Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê de mafê çarenivîsê bo Kurdan weke daxwazeke Kurdan destnîşan kir. Lê we kifş nekiriye ku bi tevahî daxwaza çi dikin, ji ber ku mafê çarenivîsê otonomî, federalî, konfederalî û serxwebûnê jî lixwe digire.

Em daxwaz dikin li Sûriya nû çend herêm hebin.

Îsmaîl Heme: Biryara me bo tevahiya Sûriyê ye, ew jî ew e ku Sûriyê divê bibe dewleteke demokratîk, parlamenî û piralî. Di aliyê siyasî de nenavendî be, li dinyayê jî nenavendîtiya siyasî tê wateya federaliyê. Em daxwaz dikin li Sûriya nû çend herêm hebin. Wiha jî mafê çarenivîsê ku Kurdan biryar li ser dane ji federaliyê pêk tê, her çiqasî heya vêga me ew yek ronî nekiriye ku daxwaza me ji mafê çarenivîsê çi ye, lewma niha em bi danîna projeyekê ve mijûl in ku divê Kurd daxwaza çi bikin. Di konferansa Civata Niştimanî ya Kurdî de li gor hinek endaman zehmet e federalî bê bidestxistin.

Civata Niştimanî ya Sûriyê dibêje Civata Niştimanî ya Kurdî daxwaza xwe bi ronî diyar nekiriye. Di demekê de, di ezmûna Başûrê Kurdistanê de diyarkirin û çespandina federaliyê di kongreya opozisyona Îraqê de li Londonê di sala 2002yê de û dûre jî di kongreya Selahedîn de pir giring bû. Hûn hest nakin eger hûn vê yekê nekin xelet e?

Niha Civata Niştimanî ya Sûriyê jî projeyek pêşkêş kiriye û tê de dibêjin li Sûriyê Kurd netewe ne û pirsa kurd weke pirsa neteweyekê çareser dibe, lê ev tenê proje ye.

Kek Mesûd daxwaz kiriye em proje û daxwazên xwe bi ronî deynin, ew jî piştgiriya me dike. Vêga şanda me weke Civata Niştimanî ya Kurdî li Qahîre ye, amadekariyê dikin bo girêdana kongreya opozisyona sûrî li Qahîre ku bi çavdêriya Yekîtiya Dewletên Erebî dibe. Me ji şanda xwe ya kurdî re gotiye ku divê mafên gelê kurd di destûra Sûriyê de bên tespîtkirin û Kurd weke neteweya duyem li Sûriyê bê hejmartin û kêşeya kurd divê bi rêya mafê çarenivîsê bê çareserkirin. Niha Civata Niştimanî ya Sûriyê jî projeyek pêşkêş kiriye û tê de dibêjin li Sûriyê Kurd netewe ne û pirsa kurd weke pirsa neteweyekê çareser dibe, lê ev tenê proje ye. Yekîtiya Dewletên Erebî jî ragihandiye ku divê mafê Kurdan di destûra nû ya Sûriyê de bê çespandin û aliyên opozisyonê jî daxwazên gelê kurd qebûl bikin.

Em daxwaza federaliyê bo Kurdên li Sûriyê dikin

Hûn dibêjin em daxwaza federaliyê dikin, PYD jî daxwaza “otonomiya demokratîk” dike, hinek aliyên din daxwaza mafên çandî dikin. Gelo ev ne kêşeyeke ye ji bo têgihiştina himber û derve ya daxwazên gelê kurd?

Me weke partî di kongreya xwe ya borî de meseleya otonomiyê pêşniyar kir, lê vêga weke Civata Niştimanî ya Kurdî me ew daxwaz jî derbas kir û em daxwaza sîstema nenavendiya siyasî bo Sûriyê dikin, yanî federalî bo Kurdistan Sûriyê. Lê PYD daxwaza otonomiyê nake, lê daxwaza xweseriyê dike, di aliyê yasayî de divê parlemen û hikûmeta navxwe ya otonomiyê hebe, lê xweserî tenê berfirehkirina hinek desthilatên îdarî ye.

Ew civatên ku li Rojavayê Kurdistanê ji aliyê PYDê ve hatine hilbijartin ji we re nabin kêşe?

Erê kêşe ye. Ji bo pêkanîna Civata Niştimanî ya Kurdî heya weke qonaxa dawî jî em bi hevre bûn, lê 20 rojan berî girêdana kongreyê vekişiyan û sedem jî siyasî bû. Daxwaz kirin ku nabe Kurd danûstandin û pêwendiyan ligel opozisyona erebî ya sûrî ya derve bikin, gotin ev opozisyon û Civata Niştimanî ya Sûriyê bi destê Erdogan hatine çêkirin. Me jî ev daxwaza wan red kir.

PYD tevlî şoreşa Sûriyê nebû

Hûn wisa dibînin ku PYD ligel rêjîma niha ya Sûriyê ye?

PYD tevlî şoreşa Sûriyê nebûyÎsmaîl Heme: PYD heya weke niha xwenîşandanek jî li dijî rêjîma sûrî nekiriye. Li Efrînê, ku PYD bihêz e, ti xwenîşandan nehatine kirin. Ew tevî şoreşa sûriyê nebûne, dibêjin piştî vê şoreşê wê hêzên îslamî li Sûriyê bibin desthilatdar, lewma ti xwenîşandan li dijî rêjîma Beşar Esed nekirine.

Nûnerê PYDê li Herêma Kurdistanê got divabû serokê Herêma Kurdistanê em jî dawetî civîna xwe ligel aliyên Civata Niştimanî ya Kurdî bikira û bi vî rengî rêza Kurdan parçe dibe. Ji ber çi ligel we tevlî vê civînê nebûn?

Îsmaîl Heme: Niha em û PYD ne bi hevre ne. Li Sûriyê ligel me rûnanin, lê niha hewl tên kirin hevahengiyek hebe di navbera me û wan de. Lê heya vêga me li ser vê babetê li hev nekiriye.

Serokê Herêma Kurdistanê helwesta xwe ronî kir û got tiştê pêwîst bike em amade ne hevkariya Kurdên Sûriyê bikin.

Civîna Civata Niştimanî ya Kurdî li Sûriyê ligel serokê Herêma Kurdistanê gelo dereng bû, yan di dema xwe de bû?

Bi baweriya me di dema xwe de hat sazkirin. Serokê Herêma Kurdistanê helwesta xwe ronî kir û got tiştê pêwîst bike em amade ne hevkariya Kurdên Sûriyê bikin. Barzanî got pirr giring e ku ligel opozisyona sûrî jî li ser daxwazên gelê kurd bigihîjin lihevkirinekê.

Piştî destpêkirina xwenîşandanan li Sûriyê, Hikûmeta Sûriyê, berovajî çend salên borî, Barzanî weke Serokê Herêma Kurdistanê vexwend Sûriyê, lê wî vexwendin red kir. Ev helwesta Barzanî di qazanc, yan ziyana Kurdên Sûriyê de bû?

Bi rastî eger Serok Barzanî di vê demê de serdana Sûriyê bikira, zerer bû ji bo Kurdên Sûriyê, ji ber ku pirr caran hat gotin ku PDK û YNK Kurdên Sûriyê han didin, daku ligel serokê Sûriyê Beşar Esed danûstandinê bikin û ligel rêjîmê bin.

Gellek welatan tirsa xwe nîşan dane ku şerê navxwe li Sûriyê derdikeve. Ev tirsa we jî heye?

Vî şerî li hinek deveran destpê kiriye, xelkê sûrî hev dikujin li ser meseleya nasnameya mezhebî. Em weke Kurd li dijî şerê mezhebî ne.

Tirsa we heye ew şer bigihîje deverên Kurdistanê jî?

Na, ji ber ku li deverên kurdî mezhebiyet tune û em hevsînorên deverên erebên sunî ne li Sûriyê, lewma xetera şerê mezhebî li herêma Kurdistana Sûriyê tune.

Berî çend rojan Serokkomarê Îraqê Celal Talebanî qala rewşa Sûriyê kir û got tirsa me heye ji alternatîva desthilata niha ya sûrî. Tirsa we jî heye ku kesên piştî Beşar Esed bên ji Kurdan re xirabtir bin?

Ne mumkin e ku alternatîvekî xirabtir ji rêjîma Beşar Esed careke din li Sûriyê bibe desthilatdar. Tirseke me heye ji Îxwan Muslimîn, eger bibin desthilat, lê hêzeke Îxwanan ya zêde tune li Sûriyê ku tirseke mezin ji wan hebe, ji ber ku ne piranî ne û bi tenê nikarin bibin desthilatdar. Ji bilî Elewî, Dirzî, Îsmailî, Filleh û çend alî û pêkhetayên din li Sûriyê hene.

Beşar Esed ne amade bû bersiva daxwazên gelê Kurd bide

Beşar Esed daxwaza civînê ligel we kiribû, ji ber çi we red kir?

Di çend mehên destpêka xwenîşandanên li Sûriyê ew daxwaz ji me kir, çend daxwazên me jî hebûn, ku divê destûra Sûriyê bê guherandin û Kurd tê de weke neteweya duyemîn bên nasandin, lê Beşar Esed ne amade bû bersiva daxwazên gelê Kurd bide, lewma me civîn red kir. Ev daxwaz gelek caran hatiye kirin, lê em ji helwesta xwe nehatin xwar.

Hoşyar Zêbarî weke Wezîrê Derve yê Îraqê di civîna Yekîtiya Dewletên Erebî de dengê xwe neda bo rawestandina endamtiya Sûriyê û ferzkirina cezayên aborî li ser rêjîma sûrî. Hûn vê helwestê çawa dibînin?

Em dizanin Hoşyar Zêbarî Kurd e, lê nûnertiya siyaseta derve ya Îraqê dike. Em pêgeh û rewşa Zêbarî li ber çav digirin, ji ber ku bi navê Hikûmeta Herêma Kurdistanê ew helwest wernegirtiye, lê belê bi navê Îraqê bû.

Back to top button