Deqîqeya dawiyê Yekgirtuya Îslamî poşman bû

Weke tê zanîn biryar bû îro civînek hevbeş di navbera Partiya Demokrata Kurdistanê (PDK) û Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê (YÎK) de bê sa kirin, lê jiber amadenebûna Yekgirtûya Îslamiya Kurdistanê ew civîn hate hilweşandin.

Piştî hilweşandina vê civîna han polîtbûtoya  Partiya Demokrata Kurdistanê daxuyaniyek nivîskî ji raya girştî re weşnad ku, ev jî texta wêye;

(Piştî serdana birêz serok Barzanî bo devera parêzgeha Duhokê di roja 03.12.2011ê de û daxwaza birêz serok Barzanî ji bo aramkirina rewşa han û her weha bi mebesta piştgîrîkirina destpêşxeriya mamoste Elî Bapîr emîrê Komeleya Îslamiya Kurdistanê biryar bû ku, îro yekşemiyê, 11.12.2011ê, civînek hevbeş di navbera heyeteke polîtbûtoya  Partiya Demokrata Kurdistanê û heyeteke polîtbûroya Yekgitûya Îslamî de li Hewlêrê li ofîsa emîrê Komeleya Îslamî were lidar xistin.

 Tevî lezkirina Yekgirtûya Îslamî di diyar kirina helwesta xwe de, lê em weke Partiya Demokrata Kurdistanê, jiber; berpirsiyariya xwe ya netewî, nîştimanî û xemxoriya me  ji bo aramkirina rewşa han û parastina yekrêziya nav mala kurd,  îro şandeya polîbûroya partiya me di dema diyar kirî de li cîyê civînê amadebû,  lê heyeta Yekgirtûya Îslamî amade nebû ku, beşdariya vê civîna han bike. 

Bêgoman nehatina heyeta Yekgirtûya Îslamî bo civînê û amadenebûna wan bo danûstandinên dîrekt kut ê de rastî diyar bin, vêca bi her bihaneyekê be bila bibe,  çend pirs rû bi rûyê Yekgirtu dibin û  bersiva wan pirsan jî ji bo raya giştiya Kurdistanê bi cî dihêlîn.

Berdevkê mekteb siyasiya partiya demokrata Kurdistanê. 

11.12.2011)

 

Her li ser meseleya civîna ku qewil bû îro di navbera PDK û YÎK de pêk bê, serokê Komeleya Îslamiya Kurdistanê Elî Bapîr, li ser pêknehatina civîna îro ya navbeyna Partiya Demokrata Kurdistatnê (PDK)  û Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê (YÎK)  di preskonferensekê de got:

Biryar bû îro civîna PDKê û YÎK  ya li ser bûyerên vê dawiyê yên Badînan, li baregeha me pêk bihata, lê ji ber ku birayên Yekgirtû amadeyî civînê nebûn, civîn pêk nehat. 

Elî Bapîr  diyar kir ku wî sedema amadenebûnê ji serokê YÎKê Selahedîn Behadîn pirsiye ka çima Yekgirtu nehat li civîn digel PDKê amade bibe,  Behaedîn jê re gotiye ku “heta berpirs û endamên me yên girtî neyên berdan, em digel PDKê nacivin”. 

Elî Bapîr got:

  Lê duh dema ku yekgirtû biryar da îro digel PDKê bicive, tu mercek pêşniyar nekiribû, lewre em ji ber pêknehatine civînê nîgeran bûn, lê emê dîsa hewl bidin her du aliyan bicivînin û vê aloziyê bidin çareserkirin. 

Yekgirtûya Îslamîya Kurdistanê, duh ragihandibû, li ser daxwaza PDKê, dê  digel wê îro bicivin û bo çareseriya aloziya vê dawiyê gotûbêj bikin. Lê deqîqa dawiyê Yekgirtuya Îslamî poşman bû û beşdarî civînê nekir. 

Weke tê zanîn şandeya PDKê ya biryar bû digel YÎKê bicive, ji sekreterê PDKê Fazil Mîranî û endamên polîtburoya siyasî Mesrûr Barzanî û Mehmûd Mihemed pêk hatibû.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: