Polîtîk

Diçe Fransayê

Cemîl Silêman wezîrê çandiniyê yê hikûmeta herêma Kurdistanê diyar kir ku, roja 12ê vê mehê dê  Berhem Salih serokê hikûmeta herêma kurdistanê bi serokatiya şandeyekê  serdana Fransa bike û beşdarî konferenseke aborî bibe. 

Wezîrê çandiniyê didaxuyaniyekê de,  ji AKnewsê re got ku,  Berhem Salih dê 12ê serdana Fransa bike û li  Parîsê beşdarî kobferenseke aborî û berhemanînê bibe. 

Silêman got:

Şandeke hikûmeta herêma Kurdistanê ku, dê digele serokê hikûmetê Berhem salih serdana Fransayê bike ji wezîrê çandiniyê, wezîrê navxwe, wezîrê pîşesazî û bazirganiyê, wezîrê xwendina bilind û serokê desteya berhermanînê ya herêma Kurdistanê pêk tê.

Li dor vî serdana şandeya herêma Kurdistanê abi seroaktiya berhem Salih Parîsê, Xeman Zirar nûnera hikûmeta herêma Kurdistanê ya Fransayê got:

Şandeyeke herêma Kurdistanê bi seroaktiya Berhem Salih dê serdana Fransayê bike û beşdariyê di konferensa Parîsê de bike. Konferensa Parîsê ku dê du rojan berdewam be û gelek şîrket û kompaniyên fransî tê beşdar bin,  aramanc jê pêşxistina aboriya herêma Kurdistanê  ye

Nûnera hikûmetê got jî ku, ev konferens dê fêdeyeke mezin ji bo Kurdistanê hebe û dê bibe sedema wê yekê ku sermayedar û kompaniyên fransî berê xwe bidin Kurdistanê û sermayeyê xwe li herêma Kurdistanê razînin,

Weke tê zanîn heta nuha nêzîkî 30 şîrketên Fransa li Kurdistanê mijûlî karê berhemanînê ne.

Back to top button