Cîhan

Gaza Kurdistanê baştirîn alternatîv e

Rojnameya Financial Times di raporeke xwe de behsa patrol Kurdistanê û siyaseta hikûmeta Tirkiyeyê li hember herêma Kurdistanê dike û dinîvîse ku hebûna neftê wesa kir ku Tirkiye siyaseta xwe  li hember herêma Kurdistanê biguhere:

Berî nuha bi çar salan berprisên Enqere ji bo berprisên herêma Kurdistanê peyva terorst bikardanî û Tirkiyeyê herêma kurdistanê bi wê yekê tawanbar dikir ku alîakriya PKKê dike.

Rojname dinivîse ku jiber çavkaniyên neft û gaza xwezayî li herêma Kurdistanê, helwesta Tirkiyeyê hat guhartin:

Jiber dîtina çavkaniyên neft û gaza xwezayî li herêma Kurdistanê, helwesta Tirkiyeyî li hember Kurdistana Îraqê hat guhartin, Tirkiyeyê cave xwe biriye gaza xwezayî ya herêma Kurdistanê û dixwaze wê gaza xwezayî bikire û ji bo guhastian wê bibe pirek. Ev yek jî bûye sedemê wê yekê ku helwesta Tirkiyeyê li hember herêma Kurdistanê bi timamî bê guhertin.

Nuha gaza xwezayî ya dibin desthilata herêma Kurdistanê de jib o gaza xwezayî ya Rusiyayê giringtirîn altarnatîv e. 

Back to top button