Polîtîk

Tîma YNK li Hikumeta Kurdistanê daxuyaniye belav kir

Tîma YNK li Hikumeta Kurdistanê rexne li peyama Serokê Encûmena Wezîran digrin û dibêjin nameyekî nerazîbûnê pêşkêşî Serokê Encumena Wezîrên Hikumeta Kurdistanê kirine.

Li daxuyaniyê de Tîma YNK li Hikumeta Kurdistanê dibêjin “YNK taqim û deste nîne. Hîzbekî têkoşerê xwedî dîrokeke pir serwerî û paşarojeke geşe”. Her wiha bi pêwîst dizanin: “Li vê rewşa nehemwar da, Hikumet û saziyên fermî terxan bikin ji bo xizmeta niştimaniyên Kurdistanê neku bibin beşek ji kêşeyên siyasî”.

Li piştî daxuyaniya Mekteba Siyasiya YNK ya roja derbasbûyî, Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Herêma Kurdistanê daxuyaniyek belav kir û bersîva beşek ji dilgiraniyên Mekteba Siyasiya YNK da.

Ji bo xwendina daxuyaniya YNK li vir bitikîne

Ji bo xwendina daxuyaniya Mesrûr Barzanî Serokê Hikumeta Kurdistanê li vir bitikîne.

Eve jî daxuyaniya Tîma YNK li Hikûmet da

Ji bo raya giştî ya xelkê Kurdistanê

Beşdarkirina YNK li kabîneya nehemîna Hikumetê li çarçêweya rêkeftineke siyasî bu, li ser bingeha hevbeş li biryar û birêvebirin û bi navê aramiya siyasî û hilgirtina berpirsiyariyê ji bo xizmetkirina civaka xelkê Kurdistanê.

Ewê bûye cihê serinc û têbîniye peyama birêz Serokê Encumena Wezîrane ku têda êrîşekî nerewa kiriye ser YNK.

YNK taqim û deste nîne. Partiyeke têkoşerê xwedî dîrokiya pir serwerî û paşarojeke geşe. Tîma YNK Nûnerayetiya nêrîn û stratej û dîrinên niştimanî û neteweyiyên xelkê Kurdistanê dike. Li vî derbarî de YNK hevbeşê hemû destkeftên Hikumeta Kurdistane.

YNK hizbêkî Kurdistanî seranseriye û dijî dû îdareyiye û li stugirtina berpirsiyariyetiya me li kabîneya derbasbûyî û niha de jî nîşana wê rastiyê ye.

Tîma YNK li Hikumet li ser bingeha dewletdariyê erkên xwe bi cîh dike bi navê xizmetkirina welatiyan da, lê belê bi şanaziyê ve jî nûnerayetiya YNK dikîn û li çarçêweya bernameya pesendkiriya Hikumetê ji aliyê Parlemena Kurdistanê ve kar dikîn.

Ji bo wê yekê li vê rewşa nehemwar da, pêwîste Hikumet û saziyên xwe yên fermî terxan bikîn ji bo xizmeta niştimaniyên Kurdistanê neku bibin beşek ji kêşeyên siyasî.

Li vî derbarî de tîmê me nameyekî nerazîbûnê pêşkêşî birêz Serokê Encumena Wezîrên Hikumeta Herêma Kurdistanê kiriye.

Tîma YNK li Hikumeta Herêma Kurdistanê

Back to top button