YNK peyamek ji bo Serokê Kurdistanê, PDK û PKK re dişîne

Mekteba Siyasiya YNK aliyeke nava PDK tometbar dike ku êrîşî ser partiya wan kirine, daxwaz ji Serokê Herêma Kurdistanê dike fermana vekişana hemû hêzan ji Zîna Wertê derbixe û daxwaz ji PKK jî dikin ji wan navçeyan dûr bikevin.
Mekteba Siyasiya YNK îro bi Serokayetiya Lahor Şêx Cengî li Debaşan civiya û piştî civînê daxuyaniyek belavkir ku li çend beşan pêkhatiye.
Li daxuyaniyê de Mekteba Siyasiya YNK di derbarê peywendiyên li gel PDK ragihand: “Di demek de welatî û Herêma me û cîhan tûşî çawayiya çareserkirina kêşeya şewba Koronaye, tirs li encamên tendirustî û aboriyê li ser civakê û li vê rewşa dijwar ya jiyanê û debara welatiyan me hemûyan mijul kiriye. Li vê navê da YNK hemû organ û şiyanên xwe ji bo hemahengî û hevkariya îdarî û Hikumeta Herêma Kurdistanê terxan kiriye. Li vê demê de, li şûna aramkirina welatiyan li rûyê derûnî û dabînkirina guzeraniya wan, mixabin dibînîn aliyeke ji nav PDK bi merêmên cûda cûda û bi bername dariştî êrîşên nerewa dikin ser YNK û serkirdayetiya nû ku çendîn care jî dûbare dibê.
Mekteba Siyasiya YNK li vî derbarî de dibêje: “Destpêkê girtina hejmarek hevalan û kesukarên şehîdên YNK û paşê rûbirûbûna dû dezgehên emnî û hevalgiriyên ser bi hikumetê û Serokayetiya Herêma Kurdistanê, li wê rêyê ve jî tometbarkirina YNK heta anîna hêzekî lîwaya Wezareta Pêşmerge bo cîheke aram ya wekî Zîna Wertê bi hêceta kontrolkirina zêdenekirina şewba Korona, eve ji bilî nedana beşê budce û hevkariya rêxistinên cîhanî û navxweyiyên ku li ser hesabê taybetî Hikumeta Herêmê û bêbeşkirina parêzgehên Silêmanî û Helebce û îdareyên Germiyan û Raperînê”.
YNK daxwazek ji Serokê Kurdistanê dike û radigihîne: ” Bi hestkirina berpirsiyarî û hestyariya rewş heta niha dan bi xwe da girtiye her ji bo wê yekê jî daxwaz ji Serokê Kurdistanê dike wekî Fermandeyê Giştî yê Hêzên Pêşmergeyên Kurdistanê, her wiha li ser daxwaza rewaya xelkê dewrubera Zîna Wertê û ji bo şandina girjî û alozkirina welatiyan, li bi lez fermana vekişandina hemû hêzan bide û asayîşa navçeyê bi hêzên asayîşa navxweyî bispêrê”.
Her wiha daxwaz ji PKK dike: “Ji bo aramiya navçeyê û parastina ser û malê xelkê û hêcet nedana dest, hêzên xwe ji navçeyê dûr bigrin”.