PDK: Tevgerên PKK niha û berê jî şer firoştin bûye

Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê bersîva KCK dide û tometan bi bê bingeh bi nav dike. Her wiha dibêje, ewê heta niha jî li PKK hatiye qebul kirin ji ber singfirehiya PDK û Herêma Kurdistanê buye ku çavê xwe ji zêdegaviyên PKK re girtine.
Mekteba Siyasiya PDK li daxuyaniyek da PKK bi wê yekê tometbar dike ku ji ber reftarên wan: “Sedan gundên Herêma Kurdistanê nehatine avadan kirin û rê li jiyana hezaran welatiyan hatiye girtin û ji ber PKK ve xelkê Herêma Kurdistanê baceke zêde mezina mirovî û maddî daye”.
Koma Civakên Kurdistanê (KCK) îro li daxuyaniyek de daxwaz kir ku PDK hêzên xwe ji Zîna Wertê vekêşê. Li çend rojên derbasbûyî de hêzekî hevbeş ya Wezareta Pêşmerge li wir hatiye cêgîrkirin û Wezareta Pêşmerge ragihandiye ji ber rêkarên Korona çûne wan navçeyan.
Daxuyaniya Mekteba Siyasiya Partiya Demokrata Kurdistanê
Roja înê 17.04.2020 KCK li beyannameyek da li ser babeta Zîna Wertê, komek tometên bêbingeh pêşkêşî Partiya Demokrata Kurdistanê kiriye.
Ji bilî wê yekê ku wan tometan bi tundî ret dikîn tekez jî li wê yekê dikîn ku ew hêzên ku li Zîna Wertê hatine cêgîrkirin Hêzên Pêşmergeyên ser bi Wezareta Pêşmergeyên Hikûmeta Herêma Kurdistanê ne û li çarçêweya wan rêkaran li wir hatine cêgîr kirin ku Hikûmeta Herêmê ji bo rêgirtina li belavbûna şewba Korona biryar li ser da bû û Wezîrê Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê tevgerê li van hêzan kiriye. Ev hêz ne hêzên PDK ne belku Hêzên Pêşmergeyên Hikumeta Herêma Kurdistanê ne ku erkê parastina berjewendiyên gelê Kurdistanê bi cîh dikin.
PDK herdem bi çavê rêzê ve temaşa xebata hemû partî û rêxistinên dinê Kurdî kiriye û piştevanê daxwazê siyasî û medeniyên gelê Kurd bûye. Gelek balkêşe ku PKK wê mafê bi xwe bide li her ciheke ku pê xweş bê hêz bişîne û dest li karubarên navxweya Herêma Kurdistanê werbide lê belê ji aliyê wan ve asayî nebê ku Hikûmeta Herêma Kurdistanê mumareseya desthilatên xwe li ser axa xwe bike.
Mixabin ew reftarên PKK niha û li salên derbasbûyî de li dijî Herêma Kurdistanê encam daye, reftarên ser xwe ve çûn û şer firoşane bûye û hîç rêzekî li dam û dezgehan û serwerî û asayîş û bextewerî û jiyana welatiyên Herêma Kurdistanê negirtiye. Ji ber reftarên PKK sedan gundên Herêma Kurdistanê nehatine ava kirin û rê li jiyana hezaran welatiyan hatiye girtin û ji ber PKK xelkê Herêma Kurdistanê baceke zêde mezina mirovî û maddî daye.
Ewê heta niha jî li PKK hatiye qebul kirin ji ber sing firehiya PDK û Herêma Kurdistanê bûye ku çavpoşiyê li zêdeçûnên PKK girtiye. Heqe jî serên PKK teqdîra wan ji bo vê helwesta xelkê Kurdistanê heba û vê rewşa Herêma Kurdistanê li ber çav girtiban û herî kêm rêzê li dam û dezgehên Herêmê û welatiyan girtiba ku çendîn salên dur û dirêje tehemula hebûna PKK li ser axa Herêmê kiriye.
Kêşeya PKK li gel tirkiyê ye û baştire jî şûna şer firoşî û dirustkirina ser êşiye û giriftên zêdetir bo xelkê Kurdistanê biçin kêşeyên xwe li gel tirkiye çareser bikin. Qada karê wan tirkiyê ye neku Herêma Kurdistanê.