Polîtîk

Ti rola Lahûr di lihevanîna ENKS û TEVDEMê de nîne

Berpirsekî Encumena Niştimanî ya Kurd li Sûriyê (ENKS) dibêje, ti rola Lahûr Cengî di danûstandin û lihev nêzîkbûna partiyên Rojavayê Kurdistanê de nîne.

Ev demek e Lahûr Cengî bi rêka medyaya xwe dixwaze wisa nîşan bide ku qaşo rola wî jî di danûstandin û lihevnêzîkbûna ENKS û TEV-DEMê de heye.

Li ser vê mijarê, serokê nûnertiya ENKSê li Herêma Kurdistanê, Newaf Reşîd ji BasNewsê re got, gelek caran medyaya Lahûr raport û nûçeyên spekulatîf li dijî ENKS û pêşmergeyên Roj belav dike. Li aliyekî din jî dixwaze wisa nîşan bide ku rola wî jî di lihevanîna hêzên Rojavayê Kurdistanê de heye. Bila destpêkê dest ji wan karên xwe yên çewt berde paşê behsa rêkeftina kurdên Rojava bike.

Newaf Reşîd her wiha got, em di danûstandinên xwe de qet li hêviya piştevaniya Lahûr Cengî nebûne û nabin jî. Em û Mezlûm Ebdî li ser bingeha rêkeftina Duhokê li hev rûdinên.

Wî berpirsê ENKSê anî ziman ku ji bilî Serok Barzanî mafê ti kesî nîne xwe bike xwedanê danûstandinan.

Balkêş e ?
Close
Back to top button