Dezgeha Fam ji bo xwendevanên zimanê Kurdî, wê pirtûka John Bolton Şêwirmendê berê Asayîşa Neteweyî ya Amerîka ya bi navê (The Room Where it happened) werdigerîne li ser zimanê Kurdî û dibêje: Ji bo hemû take keseke Kurd bixwîne û bizanê çawa li pişt perdeyan de behsa Kurd û Kurdistanê tê kirin.

Dezgeha Fam ragihandiye weku Dezgeha Fam, bi desteyek wergerên hêja me dest bi wergerandina pirtûka John Bolton kiriye. Ev pirtûk berî belav bibe nav û dengeke zêde li gel xwe anî û li destpêka belavbûnê û heta niha karvedanên wê pirtûkê berdewamin. Her wiha xwendevaneke zêdeyê zimanê Kurdî li benda xwendina vê pirtûkê ne.

Her wiha Dezgeha Fam daye zanîn û dibêje: Hewl didîn di demeke kûrt da li du mehan de û berî wergerandina wê ya li gelek zimanên dinê cîhanê, bi wergerandineke baş û hûr û bi Kurdiyeke hêja û dîzayneke xweşik, çapeke baş ve, vê pirtûkê pêşkêşî xwendevanan bikîn û bîxîne nava bazara Kurdî.

Bersiv :

Nêrîna te
Nav: