Civak

Ti hêz nikare pêkvejiyana me têk bide

Ji bo hatina roja ji dayîkbûna Hezretî Mesîh , serokê Kurdistanê Mesud Barzanî peyamek ragihand. Serok Barzanî di peyama xwe de dibêje, kesek nikare hevre jiyana me têk bide.Ev peyama serokê Kurdistanê ye:Bi navê xwedayê mezin û dilovanJi bo hatina cejna ji dayikbûna Hezretî Mesîh (Silavên Xwedê li ser be), germtirîn pîrozbahiyê pêşkêşî hemû xûşk û birayên xweşdiviyên Krîstiyanan li Kurdistan û Iraq û cîhanê dikim û hêviya cejnekî pir bi xweşî û şadî ji bo wan dixwazim.Bi sedema êrîşa dirindaneya terorîstan beşeke zêdeyê xuşk û birayên me yên Krîstiyan mal û halê xwe bi cîh hiştine û nekarîne vegerin navçeyên xwe, hêvîdarim piştî têkşikandina terorê û nemana gefan bi bextewerî û bi bawerî vegerin ser mal û halên xwe.Li vê helkeftê de bi pêwîstî dizanim ku xuşk û birayên me yên Krîstiyanan ji wê yekê piştrast bikim ku Pêşmerge bi xwîna xwe bergiriyê li Kurdistanê kir û xuşk û birayên Mesîhî û pêkhatên din jî parast û navçeyên wan azad kir, Kurdistan jî herdem penageh û palpişta xuşk û birayên Krîstiyan û bihayên pêkvejiyanê dimîne. Li Kurdistanê da tu demekî hizra teror û cûdakariya ol û mezhebî cihê xwe nabê. Em hemû li mirovayetiyê da bira û hevbeşîn û hîç hêz û hizrekî şerxwaz nikarê birayetî û pêkvejiyana me têkbide.Hêvîdarim ev cejin bibê cihê xêr û bexteweriya we yên ezîz û hemû salek bi aramî û azadiyê da cejna xwe pîroz bikin.Mesûd Barzanî24.12.2016

Back to top button