The Times berfireh bahsa Kurdistanê dike

Rojnama Ingilîzî The Times di hêjmara xwe ya îro de beşek taybet ji bo Kurdistana Başûr veqetand û gelek berfirehî behsa rewşa Kurdistana Başûr dike.

Di vê beşa  taybet de weneyek yê serokê herêma Kurdistanê Mesud Barzanî û nûnêrê bazirganî yê taybet yê Britanya Prens Andrew hatiye belav kirin. Di vê beşa taybet de behsa rewşa aborî,siyasî û petrola Kurdistanê hatiye kirin. Herweha gelek berfireh di derbarê paytextê Kurdistanê Hewlêr de agahdarî dane û behsa pêşketina Hewlêr dike.

Di vê beşa taybet de The Times cih dayê daxuyaniyên, serokê hukumeta Kurdistanê Berhem Salih, wezîrê navxwe Kerîm Sincarî û wezîrê perwerdê Sefin Dizeyî. Herweha serokê ajansa parastina herêma Kurdistanê Mesrur Barzanî jî daxuyaniyek berfireh daye The Times.

 

Nerîna min :