Civak

Li Rihayê Lotikxaneyek vebû

Riha bi dîroka xwe ya 11 Hezar û 500 salî bajarekî turîstîk ya bakurê Kurdistanê ye. Berê ya çend rojan li Rihayê di binê centerekî de dîsko-barek bi navê ‘Switch Club’ vebû.

Protokolên bajar di vebûyîna lotikxaneyê de cîh negirtine lê mêvanên mêr piştî çend seatan bi stranên livdar dest bi lîhistokê kirine.

Xwediyê lotikxaneyê Mistefa Avşar di vebûyina dîskoyê de diyar kir ku ji bo kêfxweşbûna gencan cihên mîna dîskoyê pêwîste lê mixabin li bajarê me cihekî wisa nîne ji ber vê yekê cihekî wisa hate vekirin. Armanca me ew e ku xortên me di cihekî xweş de bi awayekî dilşad wextên xwe derbas bikin.

Ji ber ku bajarê Riha ber bi metropolbûyînê gavên dirêj diavêje. Wargeha me jî nîşaneyî heman tişte û ji bo rengînkirina şevên Rihayê biryarek wisa hate girtin.

Di vê navberê de hate dîtin ku di nava dîskoyê de tenê muşteriyên mêr hebûn.

Back to top button