Dosya

Portre: Husnî Mubarek

Husnî Mubarek 82 saliye û nêzîkî 30 sale ku desthilatdariya Misrê di destê wî de ye.

Husnî Mubarek piştî kuştina Enver Sedat (1981) bû Serok Komarê Misrê lê di wan salan de zêde nehatîbû naskirin. Di pêş de ti kes nedifikirîbû ku Mubarek bi dehan salan li Misrê Serok Komariyê bike.

Dema ku Enver Sedat li Qahire ji aliyê mîltînanên Îslamî ve hatîbû kuştin, Serfermandarê Hêzên Bêjahiyê û Serok Komarê nû yê Misrê Husnî Mubarek bi awayekî şansî li jiyanê mabû. Ji ber ku di dema êrîşê de Mubarek jî li ba Enver Sedat bû.

Mubarek ji sala 1981’an û vir ve 6 car bi êrîşên sûîkastê ve rû bi rû maye, ê herî dawî jî di sala 1995’an de li paytaxta Etîyopya Addis Ababayê di dema Konferansa Ereb bû.

Husnî Mubarek gelek car ji sûîkastan xwe filitiye û di desthilatdariya Misrê de maye. Li aliyêkî dî jî  Mubarek deyndarê hêzên Rojavaye. Ji ber ku hêzên Rojavayî gelek car parastina Mubarek kirin û li dijî Muxalefetên Misrê jî tim û tim li ba Mubarek bûn.

Digel vê yekê di nava welatê de rewşekî ne aramî, windakirina hêzên xwe, xirapbûna rewşa tendûristî ji aliyê gelek kesan ve hatiye pirsyarkirin.

Husnî Mubarek di sala 1928’an de li gundekî nêzîkî Qahireyê hatiye dinê. Mubarek jiyana xwe yê taybet her tim ji raya giştî re dûr girtiye.

Jina Husnî Mubarek ya bi navê Suzanne Mubarek ji Zanîngeha Emerîkî ya Qahireyê mezûn bûye û diya Suzanne jî Îngîlîze. 2 Zarokên wan hene û navê wan jî Gamal û Alaye.

Husnî Mubarek ti car cîgara nekişiyaye û her sibeh seat di 6’an de radibe û dest bi sporê dike ji ber vî jî tenduristiya Mubarek weka tendûristiye xortekî xuya dike.

Rejîma Mubarek

Husnî Mubarek piştî 8 salan kuştina Enver Sedat bi sondekî desp bi Serok Komariyê kir.

Ji desthilatdarbûn û vir ve welatê xwe weka rejîmek leşkerî bi rê ve biriye.

Misr di destê wî de bi dehan sal bi rewşakî awarte hatiye rêveberin û erka polêsan zêdetir kir ku her dem dikarin bê pirs û sual mirovan binçav bikin û mafên rewa yên azadiyê jî kêm kiriye.

Rêveberiya Mubarek her tim rejîma xwe bi awayekî dîktatorî parast û pêşiya demokratîkbûnê girtin. Ji ber ku li hemberê Îslamî-Terorê şartek xwazayî dîtin.

Grûbên Îslamî jî gelek car li ser çavkaniyên cihên turîstî êrîşên xwe kirin.

Dema ku Husnî Mubarek desthilatdariyê Misrê girt bin kontrola xwe aborî û îskîkrara Misrê jî bipêşde çû, ji ber vê yekê piraniya xelkê Misrê jî desthilatdariya Mobarekê bi awayekî kêyfxweş pejirandin.

Lê belê di van salên dawiyê de hem Emerîka hem jî muxalefetên nava welatê bi awayekî zêde daxwaza demokrasiyê kirin.

Mubarek jî dabû zanîn ku pêvajoya rejîma tek-partiyê bidawî bû lê alîgirên reformê guh ji gotarên Mubarekê nedan.

Xwepêşandanan dawî  û Misr

Ji ber ku Husnî Mubarek ji sala 1981’an û vir ve di 3 hilbijartinên giştiyê de bê reqîp biserket hem Emerîka hem jî dinyayê demokrat li dijî vê rewşê derketin û bi fişarên wan namzetên din jî di hilbijartina 2005’an de cihên xwe girtin.

Xelkê Misrê di hilbijartinên berêyê de tenê dikarîbûn bi rayên ‘Erê’ yan ‘Na’  dengê xwe bidin.

Digel vê yekê ‘Brayên Moselman’ li seranserê Misrê xwedî alîgirêne lê ji ber ku hatiye qedexekirin nikarin namzetek nîşan bidin.

Mubarek dema ku bu 77 salî di hilbijartina 2005’an de carekî dî serket û bû cara pêncemîne ku dest bi Serok Komariyê Misrê dike.

Berxwedana ewil ya li dijî desthilatdariya Husnî Mubarek di meha Rêbendana sala 2011’an de destpêkir. Xelkê Misr tevî qedexekirina derketina derva û berxwedayina li dijî polêsên civatê daxwaza îstîfakirina Mubarek kirin.
Bûyerên ku li Misrê diqewimin piştî Raperîna xalkê Tunisê destpêkir.

Di dawiyê de Mubarek Berpirsî Îstixbaratê Misr Omer Suleymanê ji bo alîkariya Serok Komariyê tayîn kir. Ew jî li ba muxalefetê weka gavek ji bo piştgiriya Artêşa Misrê hatiye nirxandin.

Grûbên Muxalefetê ditirsin ku Mubarek kurê xwe yê 40 salî ya bi navê Gamalê bike namzetê Serok Komariyê Misrê.

Gamal jî bi daxuyaniyekî ve diyar kir ku ”Ji bo Serok Komariyê daxwazekê min nîne”. Lê Gamal di nawa partiya desthilatdar ya Partiya Netewiya Demokratikê de di cihekî taybetê de ye. Yek ji alîgirên reformên siyasî û aboriye.

Mubarek piştî zêdebûna xwepêşandanan ji televîzyonan bang ji xelkê kir û got: Piştî tewawbûna erkê xwe carekî dî nabim namzetê Serok Komarê Misrê.

Mubarek di 1’ê Reşemiya 2011’an de wiha axifî: Ez ji bo xelkê Misrê têdikoşim, xak û serdestî û berjewendiyên Misrê diparezim û di nava xaka Misrê de jî bimrim. Divê dîrok wekê her kesan darizandina min jî bike.


Çavkanî : BBC

Werger : Medîn Amedî/RojevaKurd

Back to top button