Cîhan

Wezîrê derve yê Felestînê li Hewlêrê ye

Bi armanca zêdetir xurtkirin û berfirehkirina têkeliyan di navbera herêma Kurdistanê û Felestînê de, îro Riyaz Malikî wezîrê derve yê Felestnê bi serdaneke fermî gihişte Hewlêrê û li bakefirgeha navdewletî ya Hewlêrê ji aliyê Felah Mistefa berpirsê têkeliyên derve yê hikûmeta herêma Kurdistanê ve het pêşwazî kirin.

Tê çaverêkirin ku wezîrê derve yê Felestînê di vê serdana xwe ya bi herêma Kurdistanê de digel Mesûd Barzanî serokê hikûmeta herêma Kurdistanê, Berhem Salih serokê hikûmetê û Kemal Kerkûkî serokê parlamentoya Kurdistanê bicive.

Weke tê zanîn di meha nîsana sala 2009ê de Mehmûd Ebas serokê Felestnê serdana herêma Kurdistanê kir bû, ew serdan tê hisabkirin weke yekemîn serdana serokê dewleteke erebî bo herêma Kurdistanê.
Têkeliyên navbera serokatiya siyasiya herêma Kurdistanê û tevgera azadîxxaza felestînê peywendiyên dêrîn û dîrokîn e.

Back to top button