Polîtîk

Li xwedîderketina demokrasiyê Tevgera Goran hejand

Berdevkê fermî yê Tevgera Goranê Mihemed Tewfîq Rehîm ragihand ku, wan bawer nedir li himber daxuyaniya ku derxistîn evqas reaksiyonek mezin çêbibe. Wek tê zanîn Tevgera Goran daxuyaniyek belav derxist û di tê de doza hilweşandina hukumetê û parlementoya Kurdistanê bi awayek ne yasayî dikir. Li himber vê beyana Goran di serî de serokatiya Kurdistanê, hukumeta herêma Kurdistanê, Parlementoya Kurdistanê û herweha dezgehên sivîl yên kurdan derveyê welat û di nav welat de û partiyên siyasî reaksiyonek tund nîşan dan û li destkeftiyên demokratik yên Kurdistanê xwedî derketin.

Tevgera Goran di hinek waran de şûnve gav avet û daxuyaniyên cuda di vê derbarê de, ji aliyê berpirsên Goran hatin dayîn. Ev yek jî bo sedem ku vê daxuyaniyê wek nexweşiyek di nav Tevgera Gorande peyda kir hat nirxandin.

Li ser vê yekê berdevkê fermî yê Goran Mihemed Tewfîq daxuyaniyek da AKnewesê û got: Li hember beyanameya me ya vê dawiyê, me çaverêyê reaksiyonên bi vî rengî yên nerênî û radîkal nedikir. Me çaverê dikir daxwaz ji me bê kirin ku li ser arîşeyên heyî gotûbêj bê kirin neku reaksiyonên bi wî bên nîşandan.”

Li ser pirsak u vê beyanê nexweşî di nav tevgera wede peyda kirine Tewîq got: Gotinên bi vî rengî ne rastin. Em hemû piştgirî li naveroka wê beyanameyê dikin. Wê beyanameyê senga Tevgera Goranê di nav xelkê kurd û Iraqê de, gelekî bihêz kir.

Lê di rastiyê de ve daxuyaniyê û helwestên ne demokratîk gengeşeyek di nav Tevgera Goran depeyda kiriye û dê rojên pêşiya me de ev yek hêj vekirîtir bête holê. Ev helwesta Goran li dijê desthilatdariya Kurdistanê şantajeke.

Back to top button