Polîtîk

Li Sûriyê divê strukturên demokratîk bên avakirin

KurdWatch: Reform bi Baas û el-Esed re ne gengaz in

 
Siyamend Haco ji AKnewsê re axivî û nêrînên xwe wiha derbirîn, “Divê li Sûriyê guhartinên bingehîn pêk bên. Pêwîstiya Sûriyê bi destûrekê heye, ku pîvanên demokratîk mîna dabeşkirina desthilatê, azadiya nerîn û kombûnê, wekheviya zayendan biparêze.”

Haco wiha di axaftina xwe de çû, “Di gaveke duyemîn de pêwîstî bi hilbijartinên azad û demokrat heye. Baasî û Beşar el-Esed dê van gavan bi reza xwe neavêjin. Ew ê hingê gelekî winda bikin.”

Berî çend rojan rojnameya Wall Street Journal (WSJ) a ku li DYA tê weşandin, li paytexta Sûriyê Şamê, bi Serokdewletê Sûriyê Beşar el-Esad re, hevpeyvînek pêk anî.

El-Esad di hevpeyvînê de got, serhildanên Tunis, Misr û Yemenê, li Rojhilata Navîn, nîşanên “serdema nû” ne û divê birêveberên ereb, mafê beşdarbûna gel di birêveberiya siyasî û aborî de zêde bikin û eger na, “êdî bo reforman jî dê pir dereng be.”

Haco derbarê gotinê Serokê Sûriyê de wiha got, “Beşar el-Esed pêşniyazên reforman dike, ta ku gel aram bike. Lê eger rewş li herêmê tekûz bibe, ew ê dîsa siyaseta xwe ya berî berdewam bike.”

Sebaret binpêkirina mafên mirovan jî Haco diyar kir ku di salên dawî de bi taybetî azadiyên siyasî hatine binpêkirin.

– 11 sal in çi guhartin nebûne

Di vê barê de Haco li ser Beşar el-Esed got, “Ev 11 salên wî ne ku ew desthilatdar e û rewşa siyasî û aborî ya giştî rastî ti guhartinên berçav nebûye.”

Derbarê rêforman de Haco got, “Pêşî girîng e ku li Sûriyê strukturên demokratîk û dezgeh bên avakirin. Piştî desthilatdarên niha dev ji desthilatê berdin, gerek e hikûmeteke demî bê sazkirin, ku Kurd jî tê de beşdar bin.”

Malpera KurdWatch projeyeke Navenda Ewropî ji bo Lêkolînên Kurdî ye û navenda wê li Almanyayê li Berlinê ye. Birêveberê KurdWatchê Siamend Haco ku hevkarê zanistî li wê navendê ye, bi rêya înternetê ji AKnewsê re axivî û got ku KurdWatch malperek e ku nûçeyên teze, raport û belgeyên girêdayî mafên mirovan diweşîne.

Nûnerê Partiya اep a Kurd ya Sûriyê li Herêma Kurdistanê û edîtorê rojnameya el-Emel Şelal Gedo derbarê guhartinên pêwîst li Sûriyê ji AKnewsê re daxuyand, “Divê destûr bête guhartin û danasîna fermî bi kurdan weku neteweya duyem bête kirin.”

Gedo her wiha got ku divê nasname bo welatiyên kurd ku jimareya wan 300 hezar derbaz dike bête vegerandin.

Derbarî kêşeya kurd de jî Gedo got, “Divê hikûmeta Sûrî bi aliyê kurdî re were ser maseya diyalogê û gotûbêj dest pê bikin ta hemû aliyên vê kêşeyê çareser bibin.”

Di 23ê tebaxa 1962ê de hikûmeta Sûriyê bi fermana jimare 93 biryara serjimariyeke awarte ji bo parêzgeha Hisiçayê da, ku di 5ê cotmeha 1962ê de pêk hat. Di encama wê de 120 hezar Kurd nasnameya sûrî winda kir û bi wê re mafên bingehîn ên welatiyan jî winda bûn.

Hêjayî gotinê ye, ku kurd li Sûriyê neteweya duyem in, anku serjimêriya wan derdorî 3 milyon kurd heye û rêjeya kurdan ji serjimêriya giştî ya Sûriyê ji sedî 12-17 in.

Nûçe: Hozan Robar
(AKnews)
 

Back to top button